> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "14 kûçik û pisîk di vê avahîyê de hene, xera nekin!"
- URL: https://www.botantimes.com/14-kucik-u-pisik-di-ve-avahiye-de-hene-xera-nekin/
- Published: 2023-02-22T14:28:00.000Z
- Updated: 2023-02-22T14:28:00.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Parastvanên mafên heywanan xebatên ji bo xerakirina Diyar Galeryayê sekinandin. Konseya Mafparêzên Heywanan diyar kir ku di avahiyê de 14 pisîk û kûçik hene.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/IMG_7957.jpg)

Xebatên ji bo xerakirina Diyar Galeryayê sekinîn. Wêne: BotanTimes/Murat Bayram

Diyar Galerya yek ji zê detirî hezar avahiyan e ku ji ber erdhêjê zerer lê bûye. Du blogên wê di erdhêja yekem û duyem de xera bûbûn. Bi jimareka fermî nehatiye eşkerekirin lê bi dehan mirov di avahiyê de miribûn.

Parastvanên heywanan dibêjin "heta xebat ji bo mirovan hebû me dengê xwe nekir. Vêca dora heywanan e."

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/Snapseed.jpg)

Di dema protesto dewam dikirin de di qeta serî ya avahiyê de pisîkekê xuya dikir W: BotanTimes/MuratBayram