> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# 30 sal berê dema navê wê tîmê Diyarbakirspor bû çi anîn serê min
- URL: https://www.botantimes.com/30-sal-bere-dema-nave-we-time-diyarbakirspor-bu-ci-anin-sere-min/
- Published: 2023-03-10T10:37:48.000Z
- Updated: 2023-03-10T10:37:48.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Piştî êrîşên nijadperestane yên alîgirên Bursa Sporê, serokê Partiya Neteweperest a Gelî (MHP) Devlet Bahçelîyî gotibû li gor wî cihekê bi navê Amedê çênabe hebe.

Di rojeva Tirkiyeyê de welê hat nîşandan ku ji ber navê tîmê Amedspor e êrîşên nijadperestane hatine kirin.

Bariş Karabiyikê ku salên 1993-95ê de li Diyarbakirsporê lîstikvanî kirî diyar kir ku mesele ne navê Amedsporê ye.

Li gor [nûçeya](https://www.surajans.com/30-yil-once-diyarbakirsporda-forma-giyen-futbolcu-yasadiklarini-anlatti?ref=botantimes.com) Sur Ajansê dema wî li Diyarbakirsporê dilîst çûne Edeneyê û bi Adanasporê re lîstine. Dema lîstinê de bi dehan polîsan li Karabiyikî dane. Wî nekariye li hemberî vê êrîşa nijadperestane tiştekê bike û wek lîstikvanên Amedsporê li Bursayê kirî wî jî li Edeneyê lîstik dewam kiriye.