> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# 37 weşanxaneyên kurdî derbarê tayînkirina qeyûmê Colemêrgê da daxuyanî da
- URL: https://www.botantimes.com/37-wesanxaneyen-kurdi-derbare-tayinkirina-qeyume-colemerge-da-daxuyani-da/
- Published: 2024-06-04T08:48:52.000Z
- Updated: 2024-06-04T08:48:52.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, colemêrg, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, qeyûm, weşanxaneyên kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

37 ewşanxaneyên kurdî derbarê tayînkirina qeyûmê Colemêrgê da daxuyanîyeka hevpar da û berteka xwe nîşan da.

**Botan Times temamîya daxuyanîya Weşanxaneyên Kurdî diweşîne:**

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê da, li Culemêrgê, wekî hevşaredar li ser navê Partiya DEMê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçeyê qezenc kirin. Di 3ê Hezîrana 2024an da bi hinceta lêpirsînekê birêz Mehmet Sidik Akiş hat binçavkirin û dewletê, walîyê Culemêrgê kir qayûm û şand ser şaredarîyê. Em wekî Yekîtiya Weşangerên Kurd vê helwesta şaş ya ku vîna gel, hiqûq û edaletê binpê dike qebûl nakin. Divê dewlet vê biryara şaş demlidest bi paş ve vekişîne û li ser navê culemêrgiyan hevserokên ku wan hilbijartiye, birêz Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe vegerin ser karê xwe û wan temsîl bikin. Îradeya gel di ser her tiştî ra ye.

**Weşanxaneyên daxuyanî dane ev in:**

Weşanên Ar  
Weşanên Aramê  
Weşanên Aryen  
Weşanên Avayê  
Weşanên Avestayê  
Weşanên Belkîyê  
Weşanên Darayê  
Weşanên Dengê  
Weşanên Doyê  
Weşanên Dozê  
Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê  
Weşanên J&Jyê  
Weşanên Kurdistanê

Weşanên Lîsê  
Weşanên Ma Muzîkê  
Weşanên Morî  
Weşanên Nayê  
Weşanên Nûbiharê  
Weşanên Pallê  
Weşanên Payîzê  
Weşanên Peywendê  
Weşanên Ronyayê  
Weşanên Roşnayê  
Weşanên Rûpelê  
Weşanên Sarê  
Weşanên Sîdarê

Weşanên Sîtavê  
Weşanên Sorê  
Weşanên Tevnê  
Weşanên Wardozê  
Weşanên Weqfa Mezopotamyayê  
Weşanên Zîlan Akademî  
Weşanên Zîzê  
Weşanxaneya Azad  
Weşanxaneya Lûvîyê  
Weşanxaneya Ronî  
Weşanxaneyê Vateyî

**Çi bûbû**

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkîyeyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku wan qeyûm avêtîye ser Şaredarîya Colemêrgê.

Bi şev polîsan Şaredarîya Colemêrgê dorpêç kiribû, serê sibehê jî bi ser şaredarîyê de girtibû û Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hatibû desteserkirin.

Piştî desteserkirina hevserokê şaredarîya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û biserdegirtina şaredarîyê da, li Colemêrg û Amedê qedexe hat ragihandin.

Li gorî daxuyanîya walitîya Colemêrgê hemû meş, xwepêşandan, civînên çapemenîyê, grev, vedana konan û çalakîyên rûniştinê hatin qedexekirin.