> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# 59 hezar xwendekaran "dersa kurdî" hilbijartiye
- URL: https://www.botantimes.com/59-hezar-xwendekaran-dersa-kurdi-hilbijartiye/
- Published: 2026-07-23T13:19:47.000Z
- Updated: 2026-07-23T13:19:47.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe

Li gor daneyên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê 59 hezar xwendekaran îsal dersa hilbijarte ya kurdî hilbijartiye û daxwaz kiriye wê dersê bibîne. Ev daxwaz gihîştiye asta herî bilind a 15 salên dawîyê.

### Rekorek atiye şikandin

Di 15 salên pêvajoya hilbijartina dersên bijarte de jimara herî mezin îsal e. 

| **Sal** | **Hejmara Giştî ya Xwendekaran** |
| ------- | -------------------------------- |
| 2015    | 37.000                           |
| 2020    | 14.000                           |
| 2026    | 59.000                           |

Xwendekaran herî pir kurmancî hilbijartiye. Kurmancî %81ê tevahiya daxwazê pêk tîne. Zazakî di rêza duyem de cih girt.

| **Ziman û Zarava** | **Rêje / Hejmar** |
| ------------------ | ----------------- |
| Kurmancî           | 30.441 (%81,4)    |
| Zazakî             | 4.488 (%12,0)     |
| Adiğece            | 400               |
| Boşnakça           | 144               |
| Lazca              | 41                |

Bajarên kurdî daxwaz kirine

Diyarbekir, Mêrdîn û Batman ew bajar in ku xwendekarên wê derê herî zêde daxwaza dersê kirine. Ev sê bajar %60ê hemû xwendekaran pêk tînin. 

| **Bajar**  | **Hejmara Xwendekaran** |
| ---------- | ----------------------- |
| Diyarbekir | 7.421                   |
| Mêrdîn     | 6.058                   |
| Batman     | 4.694                   |

Di nav xwendekaran de nêr û mê wekhev bûn. Rêjeya keçan gihîşt %48,7î. Rêjeya kuran bû %51,3\. 

Çavkanî: MEB û Hudai Morsunbul