> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# 8emîn festîvala FîlmAmedê dest pê kir
- URL: https://www.botantimes.com/8emin-festivala-filmamede-dest-pe-kir/
- Published: 2023-09-28T10:30:47.000Z
- Updated: 2023-09-28T10:30:47.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, Amed, DIYARBEKIR, Festîvala Fîlmên Kurdî, fîlmamed, Kurd, Kurdî, şano, Şanoya Bajêr a Amedê, sinemaya kurdi, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

8emîn festîvala fîlman ya FîlmAmedê, piştî çendîn salan tevî gelek zehmetîyan bi rêberîya Sînemaya Rojhilata Navîn û çend sazî û komeleyên kurdan tê lidarxistin.

Fîlma ewil ku hate nîşandan *Zimanê Dayikê* bû ku derhênerîya fîlmê Sarkew Mesgarî kirîye. Elaqeyeka mezin hebû ji bo bernameyê. Li salona Şanoya Bajêr a Amedê cih nebû ku her kes fîlmê temaşe bike. Gelek kesan li ser pêyan fîlm temaşe kir û gelek kes jî li ber derî man.

"**Xebat û çalakî dê berdewam bin**"

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/metin-ewr-scaled.jpg)

Wêne: Engin Ölmez

Bernameyê bi pêşkêşîya Ardîn Dîrenî dest pê kir. Dîrenî bal kêşa ser wê yekê ku qeyûm destûrê nadin ew çalakî û festîvalan li dar bixin û got: “Dê xebat û çalakîyên me yên hunerê berdewam bin”.

Xwebexşê Komeleya Akademîya Sînemaya Rojhilata Navîn Metîn Ewr bal kêşa ser zext û zordarîya li ser çand û hunerê û wiha got: “FîlmAmed seknek e li hemberî têkbirina hafizeya civakî û hunerî. Ji ber vê yekê jî emekdarên vê qadê girîng in”.

Herwiha Metin dîyar dike ku li ser nav û nasnameya Yılmaz Güney gelek reşkirin hatine kirin ku ew gotina Güneyî bi bîr tîne û dibêje: “ Em dê bi ser kevin, muhaqqek em dê bi ser kevin”.

"**Wekî gelek qadan sînema jî yek ji qadên berxwedanê ye**"

Parlementera Erziromê ya Partîya Çepên Kesk (YSP) Meral Danış Bektaş yek ji beşdarên bernameyê bû ku wê jî nêrîn û fikrên xwe yên derbarê rewşa çand û sînemaya kurdî da anîne ziman.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/merall.jpg)

Wêne: Engin Ölmez

Bektaş bi bîr tîne ku qeyûman dest danîye ser îradeya gel û got: “Heke bê bîra we berê ev çalakî li navenda çanda hunerê ya Cegerxwîn dihatine kirin. Lêbelê aniha dest danîne ser hemî sazîyan. Di bingeha wê polîtîkaya êrişkar da çand, huner û sînema jî heye. Zext û zordarîyeka giran li ser kurdan heye. Wekî gelek qadan sînema jî yek ji qadên berxwedanê ye. Ew, dest danin ser şaredarîyan jî em dev ji sînema û çanda xwe bernadin. Sînemagerên me yên jin jî wekî gelek qadên din, li hemberî desthilat û hikumetê li ber xwe didin. Ev qad jî wekî qadên din ji bo me qada berxwedanê ye.”

**Festîval heta 1ê Cotmehê dê berdewam be**

Piştî axaftinan fîlmê Zimanê Dayikê hat nîşandan. Hevseroka Partîya Demokratîk a Herêman (DBP) Saliha Aydeniz plaket da derhênerê fîlmê Sarkew Mesgarîyî. Festîval heta 1î Cotmehê dê berdewam be ku dê 30 fîlm bêne nîşandan. Fîlm dê li Bezgin Bekir, Şanoya Bajêr a Amed û Komeleya Çand-Huner Dîcleyê bêne nîşandan.