> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Bernameya 21emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê diyar bû
- URL: https://www.botantimes.com/__trashed-10/
- Published: 2023-07-26T18:33:16.000Z
- Updated: 2023-07-26T18:33:16.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Dersîm, munzur, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Bernameya 21emîn a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku tê plankirin îsal di navbera 3-6ê Tebaxê da li Dêrsimê bê lidarxistin, hat eşkerekirin.

Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu ji bo mîhrîcanê da dibêje,

> “Ji bo mîhrîcanê me hemû serlêdanên xwe kirine. Her çiqas me tu bersivek negirt jî lê em difikirin ku mîhrîcan dê were lidarxistin. Bila mîhrîcan ji xelkê Dêrsimê û dostên Dêrsimê ra pîroz be."   
>  
> Şaredarê Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu

Bernameya mîhrîcana ku dê 4 rojan bidome wiha ye;

**3yê Tebaxê**

> \* Mîhrîcan bi axaftina Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu û Parlamentera Dêrsimê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Kordû dê dest pê bike. (13.00)  
>  
> \* Li Kolana Hunerê bi ser navê "Elewitî û Dewlet"dê panelek bê lidarxistin. (14.00)  
>  
> \* Bi navê "Ji bûyerên xwezayî ber bi kerasetê ve: Erdhej!" panelek bê lidarxistin. (17.30)  
>  
> \* Li Sûka Binerdê dê pêşangeha wêneyan bê vekirin. (19.00)  
>  
> \* Li Qada Seyîd Rizayî lîstîka Varvara-Simsime bê lîstin (19.00)  
>  
> \* Erdal Erzîncan, Grûp Yorûm, Metîn-Kemal Kahraman, Ulaş Delî, Mûsa Bakî, Mengene, Hakely feat. Ensenble Cubafonica (Koma Muzîkê ya Kubayê) dê konseran bidin. (19.00)  
>  
> \* Li Sûka Binerdê wê belgefîlma “Domane 38” bê nîşandan. (21.00-22.00)

**4ê Têbaxê**

> \* Li Kolana Hunerê bi navê "Pêşketinên Siyasî û Rojevî" panel bê lidarxistin.(13.00)  
>  
> \* Li Kolana Hunerê "Ber be ber kilamê Kirmanciye" guhdariya muzîkê bê kirin (17.00)  
>  
> \* Li Qada Seyît Riza lîstîka "Karmend" a Koma Şanoyê ya Şaredariya Dêrsimê dê bê lîstin. (18.45)  
>  
> \* Konsera Koma Îsyan Ateşî û Pinar Aydinlar dê bê lidarxistin (19.30)  
>  
> \* Kurtefîlma derhêner Ugur Yeşil a bi navê "Xo Vira Meke" û belgefîlma derhêner-rojnameger Hüseyin Yaşar Sezgin a bi navê "Dest nede Dêrsimê" dê bê nîşandan. (20.00-21.30)

**5ê Têbaxê**

> \* Li Pulurê dê serdana Qada Madenê ya Cevîzlîderê bê kirin. (11.00)  
>  
> \* Bi sernavê "Geşedanên siyasî, azadiya çapemenî û medyayê" dê panelek bê lidarxistin. (17.30)  
>  
> \* Li Qada Seyîd Riza pêşandana şanoyê (17.00- 19.00)  
>  
> \* Li Qada Seyît Riza ji aliyê Grup Vardiya û hunermendên herêmî vê dê konserekê bê dayîn. (19.30)  
>  
> \* Dê li Sûka Binerdê fîlma "Zonê Ma Koti yo" bê nîşandan. (21.30-22.30)

**6ê Têbaxê**

> \* Panela bi serenavê “Li Dêrsimê hilberîn, pirsgirêkên aboriyê û pêşniyarên çareseriyê” wê li Kolana Hunerê pêk were. (13.00)  
>  
> \* Jin dê li Kolana Hunerê bi mîkrofona serbest biaxivin. (15.30)  
>  
> \* Li Parka Mamekî wê Lîstika Zarokan bê lîstin. (19.00)  
>  
> \* Hasan Ali, Pervin Çakar, Yilmaz Çelik, Grup Munzur, Zeynep Bakşî û Apolas Lermî dê li Qada Seyît Riza konserekê bidin. (19.30)  
>  
> Her wiha di çarçoveya mîhrîcanê dê li navçeyan jî panel û hin aktîvîte bên lidarxistin û konser bên dayîn.