> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Bila nexweş, kalûpîr û zarok dernekevin derve"
- URL: https://www.botantimes.com/__trashed-2/
- Published: 2023-07-25T08:55:00.000Z
- Updated: 2023-07-25T08:55:00.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Bi guherina keşûhewayê ra germahîya hewayê gihiştîye asteka metirsîyê.

Li hin bajarên Bakurê Kurdistanê germahîya zêde xelkê bêzar kiriye.

Bajarê Amedê jî yek ji wan deveran e ku pileyên germê gihîştîye asteka krîtîk.

Rayedarên meterolojîyê hişyarî li welatîyan dikin ku di seatên nîvro da dernekevin derve.

### "Di bin rîskeka zêde de ne"

Li gor nûçeya Rûdawê, Serokê Beşa Kardiyolojiyê ya Zanîngeha Dicleyê Prof. Dr. Nizamettin Toprak jî li ser germa zêde van hişyarîyan dike:

> Bi taybetî kesên nexweş, kalûpîr, zarok û pitik di bin rîskeka zêde de ne. Heta neçar nemînin di navbera seat 11.00 û 15.00an da dernekevin derve. Dema derketin jî divê xwe bi sîwan û şevqeyan xwe biparêzin.  
>  
> Dr. Nizamettin Toprak

Li gor Sazîya Meterolojîya li Bakurê Kurdistanê germahî berdewam dibe û heta dawîya meha tîrmehê li hinek bajarên dê bigihije 47 pileyan.