> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mêrdîn - Şanoya 'Mişk û Mirov' promîyera xwe kir
- URL: https://www.botantimes.com/__trashed/
- Published: 2024-04-17T09:07:23.000Z
- Updated: 2024-04-17T09:07:23.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, HDP, John Steinbeck - Mişk û Mirov, Kurd, Kurdî, Macbeth, Mişk û Mirov, Rojnameger, Tom Stoppard, William Shakespeare, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Koma şanoya kurdî Şaneşîn Performansê promîyera lîstika xwe ya nû, ya bi navê Mişk û Mirov, li Mêrdînê li salona Şaneşîn Performansê kir.

Şaneşîn Performans dê bi lîstika xwe ya nû, ya bi navê *Mişk û Mirov* li pêşberî temaşevanên xwe be.

Mişk û Mirov bi têkilkirina sê lîstikan (John Steinbeck - Mişk û Mirov, Tom Stoppard - Rosencrantz & Guildenstern Are Dead, William Shakespeare - Macbeth) derketîye holê. Lêbelê metna sereke û bingehîn Mişk û Mirov e û ev çîrok bi serpêhatî û rewşa karkerên demsalî yên Kurdistanê ve hatîye girêdan ku ev yek wekî trajedîya civaka kurdan jî dikare bê dîtin. Lîstik, trajedîya berbehs bi rêya çîroka Mişk û Mirov radixe ber çavê temaşevanên xwe.

Çîroka Mişk û Mirov adaptasyonek e ji berhema John Steinbeck ya bi navê 'Of Mice and Men' ku wergêra wê ji alîyê Mehmet Yonat ve hatîye kirin.

Adaptasyon û metna sehneyê ji alîyê Recep Îçen ve hatîye amadekirin.

Bi giştî 7 lîstikvan tê da cih digirin: Erdal Açıl, Sakine Şalvacı, Şêrko Janzêm, Şükran Algül, Özgür Sinan Elik, Vedat Çelik û Wedat Ermiş.

Ev lîstik bi piştgirî û hevkarîya Culture Civicê hatîye amadekirin.