> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ''Agladikça'': Ahmet Kaya li Parîsê mir, Mîr Perwer li wî bajarî hat kuştin
- URL: https://www.botantimes.com/agladikca-ahmet-kaya-li-parise-mir-mir-perwer-li-wi-bajari-hat-kustin/
- Published: 2022-12-24T11:35:42.000Z
- Updated: 2022-12-24T11:35:42.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Medyaya Kurdî îro Şemîyê navên wan 3 Kurdên li Parîsê hatine kuştin radigihîne.  
  
Li gor nûçeyan, di êrîşa duh Înê de, hunermend Mîr Perwer, ji Tevgera Jinên Kurd li Ewrupa (TJK-E) Evîn Goyî û Abdurrahman Kizil canên xwe ji dest dane.  
  
Êrîş li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya li dar ket, lê hîn zelal nebûye ku êrîşvanî xwestiye bi Kurdan bikuje yan ne.  
  
Dîmenên li ser sosyal medyayê raber dikin ku Mîr Perwer li ser gora Ahmet Kaya straneke wî, Agladikca\* distrê.  
  
Ahmet Kaya di sala 1999an de piştî minaqeşeyên ser sekna wî ya bo Kurdî di sala 1999an de neçar mabû ji Tirkîyê derkeve.  
  
Kaya di sala 2000î de li Parîsê canê xwe ji dest dabû ku gora wî bo hunermendên Kurd yên diçin wî bajarî yek ji cîhên sereke yên serdanê ye.   
  
\*Agladikca: Gotineke bi Tirkî ye, mehneya wê ya bi Kurmancî ''Her ku em bigirîn..'' e.