> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ahmet Turk: Bila gotinên Babacan bikin manîfestoyek bo me temem e!
- URL: https://www.botantimes.com/ahmet-turk-bila-gotinen-babacan-bikin-manifestoyek-bo-me-temem-e/
- Published: 2023-01-18T08:41:19.000Z
- Updated: 2026-05-18T00:53:01.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, &quot;Ahmet Türk&quot;, AhmetTurk, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/Ahmet-Turk.jpg)

Sîyasetvan Ahmet Turk li ser helwest û sekna masaya şeşan ya li dijî Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji rojnameya Duvarê re nirxand.

Turk helwesta masaya şeşan rexne dike û dibêje, “Tiştek nakin hema bila gotinên Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA)Alî Babacan, ya li ser pirsa Kurd bilêvkiribû bikin manîfestoyekî ji bo me temem e”

Turk gotinên Babacan bibîrxist û got;

> Ji bo pirsgirêka Kurd projeyên net û vekirî danî pêşiya me. Le masaya şeşan hê jî li ser vê ne tiştek gotiye ne jî tişteke daniye pêşiya me.  
>  
> Sîyasetvan Ahmet Turk

**Babacan çi gotibû:**

Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan bernameya partîya xwe ya sala 2023yan aşkere kiribû û gotibû;

> Ewê di warê qanûnî de astengîya li pêş perwerdehîya zimanê dayikê rabikin ku her kes bikaribe bi zimanê xwe perwedehîyê bigre.  
>  
> Serokê DEVA Alî Babacan

Babacan dîyar kiribû ku hemû welatiyên li Tirkiyê dijîn wek hev in û divê mafên wan jî wek hevdu bin.

Bixwîne: [https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/babacan-eme-astengiya-li-pes-perwerdehiya-zimane-dayike-rakin-1.html](https://www.botantimes.com/babacan-eme-astengiya-li-pes-perwerdehiya-zimane-dayike-rakin/)