> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ahmet Turkî serlêdana xwe bo bernamzetîya şaredarîya Mêrdînê kir
- URL: https://www.botantimes.com/ahmet-turki-serledana-xwe-bo-bernamzetiya-saredariya-merdine-kir/
- Published: 2023-12-27T09:35:22.000Z
- Updated: 2023-12-27T09:35:22.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, ahmet turk, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Sîyasetmedar Ahmet Turkî ji DEM Partîyê serlêdana xwe bo bernamzetîya Serokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir.

Turkî li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku wî serlêdana xwe bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir.

Ahmet Turkî wiha got: Ji bo em hesabê ji qeyûman bipirsin, karên nîvco biqedinin û ji bo ku îrade ya gel û bajarê qedîm yê ziman û olan Mêrdînê bînin ba hev, min vê serdemê jî ji DEM Partiyê bo Serokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê serlêdan kir. Ji bo pêşerojeka azad...

Ahmet Turk berî niha du caran bûye şaredarê Mêrdînê lê her du caran jî li şûna wî qeyûm hatine tayînkirin.

> [](https://twitter.com/AhmetTurkHDP/status/1739925290497835323?s=20&ref=botantimes.com)