> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Akademîya Podcastan û PodcastKurdî dê perwerdeyê bidin
- URL: https://www.botantimes.com/akademiya-podcaste-u-podcastkurdi-de-perwerdehiye-bidin/
- Published: 2023-02-01T12:27:42.000Z
- Updated: 2026-07-04T10:02:29.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Podcast, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Gera 2023ê ya Akademiya Podcastê dê li Diyarbekirê û Mêrdinê perwerdeya podcastan bide. 

Avakarên PodcastKurdîyê, Rojnameger Rabîa Çetîn û Mehmed Salîh Bedirxan di bernameyê de dê perwerdeya çêkirina podcastan bidin.

Rojnameger Berîl Eskî, Avakarê Podfreshê Uraz Kaspar, Aykut İbrîşîm û İlkan Akgul jî dê perwerdeyê bidin.

Perwerdeya Podcastê dê 11ê Sibatê de li Diyarbekirê û di 12ê Sibatê de jî li Mêrdînê be.

> Podcast Akademî, yekem dezgeha herî mezin a podcastê û ku bi hejmareka zêde ya beşdaran li Tirkiyê perwerdehiya podcastê dide dest bi gera xwe ya perwerdeyê kiriye.  
>  
> Perwerdeya sala borî bi bi piştgiriya Friedrich Ebert Stiftungê dest pê kiribû û îsal jî wê perwerdehiya sala 2023an a li Diyarbekir û Mêrdînê dest pê dike! Tîma Podcast Kurdî wê di kargehên rojên 11 û 12 Sibatê de bên lidarxistin de bi me re bin û beşek ji perwerdeyê bi kurdî bidin beşdarên kargehan.