> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Albûmeka nû amade dikim, bi temamî ji stranên min pêk tê: Rewşan
- URL: https://www.botantimes.com/albumeka-nu-amade-dikim-bi-temami-ji-stranen-min-pek-te-botanhevpeyvin/
- Published: 2023-01-13T11:50:55.000Z
- Updated: 2023-01-13T11:50:55.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: SERNÛÇE, Uncategorized, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

[Ji bo Ingilîzî Bitikîne](https://www.botantimes.com/rewsan-i-am-preparing-a-new-album-all-of-my-song/)

Stranbêj Rewşan, stranbêjeka navneteweyî ye ku bi 11 zimanan distire. Ew li çar enstrûmanan dide. Wê teza xwe ya masterê li ser şanoya mûzîkal a hûnermenda fransî Edit Piafê nivîsîye.

Botan Timesê li ser navê guhdarên wê jê pirsî ka van deman bi çi ve mijûl e, hêvî û daxwazên wê çi ne.

> Demeke dirêj e ji bo konserên xwe dixebitim. Ji bo bi ekîbeke baş ra, li mekanên baş vê mûzîkê bikarim bigihînim guhdarên xwe pir li ber xwe didim.  
>  
> Ji bilî vê, mizgînîyeke xweş jî bidim we. Niha albûmeke nû amade dikim ku wê bi temamî ji stranên min pêk bê.   
>  
> Rewşan

### Dixwazim rojekê şiyar bibim

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/REWSAN-Foto-1.webp)

Rewşan

> Dixwazim rojekê em şîyar bin û di nav ronahiyeke zelal da hemû zilm û zordariyên li ser ax û zimanê me ji holê rabûbe.  
>  
> Rewşan

> Şîroveyên guhdaran min gelekî motîve dikin. Piraniya wan li ser ecibandina deng û xweşiya stranan in. Ji bilî vê; ya li ber dilê min herî şîrîn ew e ku zarokên niha dibên em bi stranên te mezin dibin. Ya rast ez jî bi wan ra dikemilim. Ev tiştekî bêhempa ye.   
>  
> Rewşan

Wêne: Arşîva Rewşanê