> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Alî Tekbaş dê dersên Newayên Kurdî yên Gelerî bide
- URL: https://www.botantimes.com/ali-tekbas-de-dersen-newayen-kurdi-yen-geleri-bide/
- Published: 2023-11-23T14:52:31.000Z
- Updated: 2023-11-23T14:52:31.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, ali tekbaş, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, lawje, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Hunermend û stranbêj Alî Tekbaş dê dersên *Newayên Kurdî yên Gelêrî* bide.

Alî Tekbaş li ser hesabên xwe yên medyaya civakî da zanîn ku ew dê dersên *Newayên Kurdî yên* Gelêrî bide.

Ders dê meha Berfanbarê li Stenbolê, li Studio Drum & Bassê bêne dayîn. Alî Tekbaş her heftîyê dê du saetan bi awayekî grupî dersan bide.

Tekbaş dê dersên wekî Rastgona Stranên Kurdî(teknîkî), Perwerdeya Deng û Teşeyên Muzîkên Botan/Colemêrg/Behdînan bi tecrûbe, serpêhatî û bi berhevkarîya xwe ya stranên herêmî pêşkêş bike.

Kesên ku dixwazin beşdar bibin dikarin li ser alitekb@gmail.com têkilîyê danin.

Ji ber ku kesên ku dê beşdarîyê bikin tam dîyar nebûne saet û rojên dersan ne dîyar in. Lê Alî Tekbaş bo Botan Timesê ragihand ku ew dê heftîya ewil ya Berfanbarê, roja şemî an jî yekşemê dersên xwe bide. Piştî ku beşdar teqez bûn ew dê werin agahdarkirin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/Ekran-Resmi-2023-11-23-17.22.26.png)