> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Almanya daxwaza kurdan a penaberîyê red dike
- URL: https://www.botantimes.com/almanya-daxwaza-kurdan-a-penaberiye-red-dike/
- Published: 2023-08-20T12:31:55.000Z
- Updated: 2023-08-20T12:31:55.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Di sala 2022yan da ji Tirkîyeyê herî zêde kurdan daxwaza penaberiyê ji Almanyayê kirine.

Rêjeya kurdên ku ji bo penaberîyê serî li Almanyayê dane ji sedî 80ê derbas kiriye.

Li gorî [nûçeya](https://www.dwturkce.com/tr/alman-makamlar%C4%B1ndan-k%C3%BCrtlerin-iltica-ba%C5%9Fvurular%C4%B1na-ret/a-66570679?ref=botantimes.com) Deutsche Welleyê (DW) rêjeya qebûlkirina daxwazên penaberiyê a kurdan daketiye ji sedî 4,8an. Rayedarên Almanyayê di salên dawî da daxwaza kurdan a penaberîyê red dike.

Li gorî agahiyên ku Saziya Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF) dane DW Turçeyê:

> Di sala 2021an da ji 7 hezar û 67 welatîyên Tirkîyeyê ku ji Almanyayê daxwaza penaberîyê kirine 3 hezar û 878 Kurd in.  
>  
> Di sala 2022yan da ji 23 hezar kesên ji Tirkîyeyê daxwaza penaberîyê kirine 19 hezar û 500an jî ji sedî 81 zêdetir Kurd bûn.  
>  
> Di heyama Çile-Tîrmeha 2023yan da zêdetirî 23 hezar kesan daxwaza penaberîyê kirine û ji wan 19 hezar û 220 kesan ji rayedarên Almanyayê re ragihandine ku ew kurd in.  
>