> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Îdîa: Li Amedê di bin çavdêrîya polîsan da nivîsên kurdî hatine jêbirin!
- URL: https://www.botantimes.com/amed-di-bin-cavderiya-polisan-da-nivisen-kurdi-hatine-jebirin/
- Published: 2024-07-29T09:18:38.000Z
- Updated: 2024-07-29T09:18:38.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li Amedê îşaret û hişyarîyên trafîkê yên kurdî jê birine.

Nayê zanîn ka kê ew îşaretên li ser rêyan jê birine.

Li gorî vîdeo nûçeya [Ajansa Mezopotamy](https://mezopotamyaajansi38.com/kr/HEM-NCE/content/view/248951?ref=botantimes.com)ayê, tê îddîa kirin ku ew yek di bin çavdêrî û parastina polîsan da hatîye kirin, wexta ku ew îşaret û hişyarîyên trafîkê yên kurdî hatine jêbirin kesekî ew yek bi vîdeoyekê qeyd kirîye û di vîdeoyê da tê dîtin ku kesekî bi demance li wê derê ye û erebeyeka Ranger û spî li wê derê bûye.

Di vîdeoyê da tê dîtin, kesê ku ew yek qeyd kirîye bertekê nîşanî wan dide û di pencereya xwe da bangî wan dike û dibêje "hûn çima wan nivîsan jê dibin", li ser vê yekê li erebeya xwe siwar dibin û diçin.

Li Amedê, li ser rêyan bi kurdî û tirkî hişyarîyên trafîkê hatine nivîsîn ji alîyê Şaredarîya Amedê ve ku rêveberîya wê di destê DEM partîyê daye. Li ser rêyan “Pêşî Peya – Önce Yaya” û “Hêdî – Yavaş” hatibû nivîsîn.

Li gorî nûçeya Rûdawê, li navçeya Rezan a Amedê, li Cadeya Gewranê nivîsa trafîkê ya “Pêşî Peya” û “Hêdî” ji alîyê hinek kes an kesan ve bi boyaxa reş jê hat birin. Dîsa li gorî heman nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Ofîsa Amedê û gelek noqteyên din nivîs hatine jêbirin.

Heta niha sazîyên ewlehîyê û Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.