> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Amed - Li peyasê Zarokîstan vebû
- URL: https://www.botantimes.com/amed-li-peyase-zarokistan-vebu/
- Published: 2024-09-16T11:25:42.000Z
- Updated: 2024-09-16T11:25:42.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, Amed, Kurd, Kurdî, zarokîstan, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li navçeya Peyasê ya Amedê Zarokîstan hat vekirin.

Zarokîstan sazîyeka perwerdekirina zarokan e. Zarokên 3-4 salî dikarin li wir dersan bibînin.

Li gorî nûçeya [Ajansa Mezopotamyayê](https://mezopotamyaajansi40.com/kr/HEM-NCE/content/view/253223?ref=botantimes.com), Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, rêveberên Komeleya Ziman Çand û Lêkolînê ya Mezopotamyayê (MED DER), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), gelek kes û malbat tev li vekirinê bûn.

Hevşaredar Sîncar anî ziman ku ew sazîyên ji hêla qeyûman ve hatine girtin dîsa vedikin û wiha domand: “Em hewl didin li gorî daxwazên gel tevbigerin. Dê ev xebatên me bidomin.”

Piştî axaftinan, beşdar li Zarokistanê gerîyan.

Li Zarokistanê dê ji bo zarokên temenê wan di navbera 3-4 salî de atolyeyên muzîkê, fen, xweza û ekolojîyê bên lidarxistin. Atolye dê bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî û tirkî bin. Kapasîteya Zarokistanê ji bo 40 kesa ye, 2 polên wê hene û odeyên lîstik û xewê jî hene.

**Wêne: Ajansa Mezopotamyayê**