> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Amerîkayê ji welatîyên xwe xwest ku ji Rûsyayê derkevin
- URL: https://www.botantimes.com/amerikaye-ji-welatiyen-xwe-xwest-ku-ji-rusyaye-derkevin/
- Published: 2023-03-31T08:37:38.000Z
- Updated: 2023-03-31T08:37:38.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, ABD, beyaz sayar, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Nûçegihanê Amerîkî yê rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) [Evan Gershkovich](https://www.inspiredminds.de/tr/wsj-muhabiri-rusyada-casusluk-su%C3%A7lamas%C4%B1yla-g%C3%B6zalt%C4%B1na-al%C4%B1nd%C4%B1/a-65178401?ref=botantimes.com)î bi hinceta cesûsîyê li Rûsyayê hatibû binçavkirin. ABDyê bang li welatîyên xwe yên Rûsyayê kir ku ji wir vegerin.

Rêveberê Ragihandinê yê Qesra Spî John Kirbyî da zanîn ku binçavkirina Gershkovîçî û îdiayên li ser wî ew matmayî hiştine.

Amerîkayê berê jî hişyarî dabû welatîyên xwe ku neçin Rûsyayê.

Servîsa Ewlekarîya ya Federal a Rûsyayê (FSB) dîyar kir ku Gershkovichî 31 salî li bajarê Yekaterînbûrgê li Çiyayên Ûralê dema dixwest belgeyên veşartî bi dest bixe, hatiye binçavkirin.