> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Aram Dildar dê li çar bajaran Stand-Upa xwe bike
- URL: https://www.botantimes.com/aram-dildar-de-li-car-bajaran-stand-upa-xwe-bike/
- Published: 2024-04-02T10:41:41.000Z
- Updated: 2026-05-17T21:25:37.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, Aram Dildar, CHP, deprem, DIYARBEKIR, erdhêj, HDP, Kurd, Kurdî, ne wisa ne jî wilo, Rojnameger, stand-up, standup, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Aram Dildar bi Stand-Upa xwe ya bi navê *Ne Wisa Ne jî Wilo* derdikeve turneyê.

Derhêner, senarîst û lîstikvan Aram Dildar dê li çar bajaran Stand-Upa xwe pêşkêşî bînerên xwe bike.

Derhêner Aram Dildarî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî dabû zanîn ku ew dê dîsa dest pê Stand-Upê bike. Wî di peyama xwe da anîye ziman ku cesareta xwe ji geşbûna şanoya kurdî û mîzaha kurdî wergirtîye ku ew li Stand-Upê vegere. Senarîst Dildarî herî dawî sala 2008an Stad Upek kiribû û ew 4 caran deketibû pêşberî bîneran.

Wî heta niha li çendîn bajaran Stand-Upa xwe kirîye.

Dildar 7ê Nîsanê li Stenbolê, li Nînova Cafe taksîmê saet 20:00an; 14yê Nîsanê li Amedê, li Şanoya Bajêr a Amedê saet 20:00an; 13yê Nîsanê li Batmanê, li Yenisahneyê saet 20:00an û li Enqereyê, li Ankara Bahar Barê dê li pêşberî hezkirîyên xwe be.

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/aram-dildar-heya-kure-min-behsa-min-neke-ez-e-qala-wi-bikim-1.html