> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Aram Dildar: Heya kurê min behsa min neke ez ê qala wî bikim
- URL: https://www.botantimes.com/aram-dildar-heya-kure-min-behsa-min-neke-ez-e-qala-wi-bikim/
- Published: 2024-03-08T12:20:36.000Z
- Updated: 2024-03-08T12:20:36.000Z
- Author: Qesîm Etmanekî
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, 2023, Amed, Aram Dildar, deprem, DIYARBEKIR, erdhêj, HDP, Kurd, Kurdî, Rojnameger, stand-up, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

"**Beriya ku ez ê derkevime ser sehneyê wek ku min hemû tişt ji bîr kir, ti tişt nehate bîra min, streseke mezin li ser min hebû lê baş bû, şikir, reaksiyoneke gelekî baş çêbû.**"

Piştî 16 salan derhêner, senarîst û lîstikvanê naskirî Aram Dildar bi Stand-Upa xwe ya nû *Ne Wisa, Ne Jî Wilo*, li Beyoğluya Stenbolê derket pêşberî temaşevanan.

Aram Dildarê ku van salên dawî bi kurefilmên xwe yên kurdî (Navnîşan & Hazirîyek Bo Derengmayînê) bi dehan xelat wergirtibûn, berê xwe dîsa daye Stand-Upê.

7ê Adarê, roja pêncşemê Stand-Upa Aram Dildar li Nînova Cafe Taksim saet 21.00an bi hejmareke qelebalix a temaşevanan pêk hat.

Dildarî di despêka performansa xwe de behsa meseleyên bavîtî, jiyana kurdên koçer, bicîhbûna bajêr û trajediyên koçeran kir. Herwiha di berdewamiya stand-upa xwe de wî qala salên xwe yên destpêka şanogeriyê kir; bi tecrûbeyên derhêneriyê, peydakirina fonan û têkiliyên zewacê performansa xwe domand. Stand-Upa Aram Dildar bi ken û bi çepikên haziran bi dawî bû.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/03/aram-dildar-1.png)

**“Ez li benda vê rojê bûm”**

Piştî bidawîbûna Stand-Upa xwe Aram Dildar derbarê şevbihêrkê de hîssên xwe bi germegerm bi Botan Timesê re parve kir.

> *Ji ber ku 16 sal in ez derneketim ser sehneyê (helbet di festîvala fîlman de, meriv carna pirs û bersivan dike) lê wek performanseke saetekî ji bo min gelek bi heyecan bû. Beriya ku ez ê derkevime ser sehneyê wek ku min hemû tişt ji bîr kir, ti tişt nehate bîra min, streseke mezin li ser min hebû lê baş bû, şikir, reaksiyoneke gelekî baş çêbû.*   
>  
> *Ez li benda vê rojê bûm ku min got heger îro baş derbas bibe ez ê dewam bikim û vî karî bikim. Ez gelek kêfxweş bûm ku reaksiyonên gelek baş hatin, hêvî dikim bigehije her kesî, ez li her derê bilîzim.*  
>  
> *Aram Dildar*

![giyim, kişi, şahıs, insan yüzü, iç mekan içeren bir resim
<p>Açıklama otomatik olarak oluşturuldu"></figure></p>
<!-- /wp:image -->
<!-- wp:paragraph -->
<p>Herwiha ji teşemaşevanên performansa <em>Ne Wisa, Ne Jî Wiloyê Serhat Güneş (Serhed) û Gülperi  Gündüz (Gûlperî) jî derbarê performansa Aram Dildar de hîss û nêrînên xwe bi me re parve kirin.</em></p>
<!-- /wp:paragraph -->
<!-- wp:quote -->
<blockquote class=](https://lh7-us.googleusercontent.com/3OSWRtneBvyO-ZM2hJRnUwvRJR-tY5P6s4SOagRalkmrn7p9fh47AdS-LinqeFZ9cqgnhKNdzDtkvSl-VefrGgK7jgdPz8lfJmYhFFh39Ec5STi06t59PIkWUh1YmTSBXjHCKCFHIixDiE0wi9CwIg)