> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Avesta: Şaredarîyê ji bo bernameya Hesenê Metê cih neda
- URL: https://www.botantimes.com/avesta-saredariye-ji-bo-bernameya-hesene-mete-cih-neda/
- Published: 2024-10-27T08:13:34.000Z
- Updated: 2024-10-27T08:13:34.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Weşanxaneya Avestayê di hesabên xwe yên medyaya civakî de ragihand ku pêşiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo bernameya wan cih dabû wan paşê ev biryar betal kiriye.

Li gor weşanxaneyê şaredariyê sebebek diyar nekiriye.

Piştî daxuyanîya Avestayê ji aliyê şaredarîyê ve daxuyanîyek nehatiye dayin. (27.10.2024, seet 11:10)

Li gor [nûçeya](https://www.diyarname.com/news.php?Idx=62143&ref=botantimes.com) Diyarnameyê, şaredariyê dîyar kiriye ku festîvala şanoya jinan dê bê pêkanîn û ji ber wê ew salon ne misaîd bû, li wê salonê prova tê kirin. Li gor nûçeyê ji bo vê şaredarîyê organîzator agahdar kirine.

Heger daxuyanîyek an agahîyên berfireh bên Botan Times dê biweşîne.

Bername piştî betalkirinê li Weqfa Ismail Beşîkçî hatibû pêkanîn. Botan Timesê hemîya bernameyê zindî weşandibû.

> [](https://twitter.com/avestayayin/status/1850431060896514090?ref=botantimes.com)