> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Bahçeli: Bila Ocalan bê li TBMMyê biaxive
- URL: https://www.botantimes.com/bahceli-bila-ocalan-be-li-tbmmye-biaxive/
- Published: 2024-10-22T10:10:20.000Z
- Updated: 2024-10-22T10:10:20.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Rojev, Amed, Apo, bahçeli, DIYARBEKIR, Kurd, Ocalan, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Ev çend roj in nîqaş û gotegotên li ser proseya aşîtîyê berdewan in ku Bahçeli çûbû slava DEM Partîyê û piştî vê yekê nîqaşên proseya aşitîyê dest pê kiribûn.

Li gorî nûçeya [Rûdaw](https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/221020242?ref=botantimes.com)ê Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand, eger tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan rabe bila bê li parlamentoya Tirkîyeyê di komcivîna DEM Partîyê de biaxive.

Nîqaşên li ser “pêvajoya nû ya çareserîyê” piştî ku Devlet Bahçelî bangî Ocalan kir germtir bûn.

Devlet Bahçelî îro jî di komcivîna partîya xwe de li ser vê mijarê axivî û got, "Bila Ocalan bê li parlamentoyê biaxive."

Bahçelî amaje bi wê yekê kir ku ew ji bo avêtina hinek gavan amade ne û got:

“Heger li ser mijara sîyaset, welat û paşerojeke bêyî teror herkes li hev bike, em amade ne destê xwe bavêjin binê kevir, em bi hebûna xwe li holê ne.”

Bahçelî her wiha anî ziman ku eger tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, bila di Civîna Koma Meclisê ya DEM Partîyê de biaxive û bang bike ku PKK bi temamî qedîyaye û rêxistin ji holê hatîye rakirin.