> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Bahçelî: Ez alîgirên Bursasporê pîroz dikim
- URL: https://www.botantimes.com/bahceli-ez-aligiren-bursaspore-piroz-dikim/
- Published: 2023-03-07T09:08:57.000Z
- Updated: 2023-03-07T09:08:57.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, Amespor, Bahçelî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî.

Tiştên ku di maça Bursaspor-Amedsporê de qewimîn jî di rojeva Bahçelî de bû.

Bahçelî ku li cihê Amedsporê îfadeya 'Diyarbakirspor' bi kar anî û got,

> Ji ber helwesta wan ya netewî ez alîgirên Bursasporê pîroz dikim.  
>  
> Ji bo me cihekî wekî Amedê nîne û behsa Amedsporê jî nayê kirin.  
>  
> Ez ji vir silavan li alîgirên Bursasporê dikim.  
>  

> [](https://twitter.com/BotanTimes/status/1633033874203721729?ref=botantimes.com)

## Çi bûbû?

> 5ê Adarê li Bûrsayê, di navbera Bursaspor û Amedsporê de maçeke futbolê hatibû lîstin.  
>  
> Rojeke beriya maçê, alîgirên tîma Bursasporê çûbûn ber otela ku futbolîstên Amedsporê lê diman û sloganên nîjadperest berz kiribûn.  
>  
> Di maça hat lîstinde jî alîgir û rêvebirên tîma Bûrsasporê êrîşî lîstîkvanên Amedsporê kiribûn.  
>  
> Her wiha ji aliyê alîgirên Bursasporê ve wêneyên torosên spî û endamê JITEMê Mahmut Yıldırım hatibûn vekirin.  
>  
> Tişta ku li Amedsporê hat kirin, ji aliyê gelek kesan ve wekî êrîşek nijaperestî hatibû binavkirin.