> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Bahçelî: Petrola li Şirnexê nîmet e
- URL: https://www.botantimes.com/bahceli-petrola-li-sirnex-hatiye-ditin-nimeta-xwede-ye/
- Published: 2023-01-03T08:57:58.000Z
- Updated: 2023-01-03T08:57:58.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, bahçeli, Petrol, Şırnak, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Serokê Partîya Hereketa Milîyetcî (MHP) Devlet Bahçelî dîyar kir ku petrola li Şirnexê hatiye dîtin nîmeta Xwedê ye.   
  
Bahçelî got ku ew petrol bereketa sala 2023yan e ku wan bo gazê jî mizgînî sitandiye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kiribû ku li Çiyayê Gabarê ya Şirnexê safî 150 mîlyon rezerva petrolê hatiye dîtin.

Li gor qeydên Wezareta Enerjîyê ya Tirkîyê li seranserê welêt 1200 bîrên petrolê hene.

Piraniya van bîran jî li bajarên wek Batman, Semsûr, Amed, Mêrdîn, Riha, Sêrt û Şirnexê ne.

Foto: Twitter, @MHP\_Bilgi, SS