> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Bajarê Bernê yê Swîsreyê di malpera xwe da cih daye zimanê Kurdî
- URL: https://www.botantimes.com/bajare-berne-ye-swisreye-di-malpera-xwe-da-cih-da-zimane-kurdi-ji/
- Published: 2023-06-11T13:24:44.000Z
- Updated: 2023-06-11T13:24:44.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Paytexta Swîsreyê yê Bajarê Bernê ku bi 12 zimanan agahîyan dide şêniyên xwe, sê zimanên nû li malpera xwe zêde kiriye.

Di nava wan her sê zimanan da Rûsî, Ukraynî û Kurdî jî hene.

Malper niha bi 15 zimanan agahîyan dide xelkê.

Li gor nûçeya Rûdawê, agahîya li ser mijarê ji aliyê Rêveberiya Perwerde, Karûbarên Civakî û Werzişê ya Bajarê Bernê ve hatiye ragihandin.

Tê gotin ku xizmeta agahdarkirinê bi taybet ji bo kesên ku nû hatine Bernê hatiye amadekirin.

[Li ser malpera bajarê Bernê](https://www.bern.ch/themen/auslanderinnen-und-auslander/informationen-in-vielen-sprachen/kurdi?ref=botantimes.com), mijarên rojane yên wekî kar û pîşe, dibistan û perwerde, qanûn, darayî û tenduristî jî hene.

Tê gotin ku bi hewildana komên kurdî yên li wî bajarî, zimanê kurdî jî li malperê hatiye zêdekirin.