> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Êrîş Li Nûçegihanê Rûdawê Hatiye Kirin - Bakirhan: Ev nayê qebûlkirin
- URL: https://www.botantimes.com/bakirhan-li-ser-erisa-li-xebatkare-rudawe-ev-naye-qebulkirin/
- Published: 2024-10-03T10:09:04.000Z
- Updated: 2024-10-03T10:09:04.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Azadîya Xwe-îfadekirinê, Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li Stenbolê, nûçegihanê Rûdawê Rawin Sterk rastî êrîşeke devkî û fîzîkî hat. Êrîşkarê ku wek paşê hat zanîn xebatkarê Partiya Herêmên Demokratîk e (DBP), hewl da Sterk ji deverê dûr bixe û got "Rûdaw nikare li vê derê wêne û vîdeoyan bigire". Bûyer di dema şopandina cenazeyê Abdulkadir Kuday de çêbûye. Kutay di girtîgehê de wefat kiribû.

> [](https://twitter.com/RudawKurdi/status/1841766065052717348?ref=botantimes.com)

Piştî vê bûyerê, gelek sazî û kesayetiyên siyasî bertek nîşan dan. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan û Serokê Şaxa Stenbolê Murat Kalmaz bi rêya peyamekê lêborîn ji Rawin Sterk xwestin û gotin ku ev helwest nayê qebûlkirin. Her wiha, Berpirsê DBPyê yê Herêma Marmarayê Mevlüt Aykoç û Serokê ÖHDyê Serhat Çaknak jî bi telefonê bi Sterk re peyivîn û lêborîn xwestin.

Komeleya Rojnamevanan a Başûrê Rojhilat jî daxuyaniyek belav kir û êrîş bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîş ne tenê li dijî rojnamevanekî ye, lê belê êrîşeke li ser mafê bidestxistina agahiyan a gelî ye. Komelê diyar kir ku ew ê bûyerê bişopînin û bang li hemû aliyan kir ku rêzê li mafê rojnamevanan bigirin.

*Çavkanî: Rûdaw*