> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Balafirên Îsraîlê 12 caran li Beyrûdê dane
- URL: https://www.botantimes.com/balafiren-israile-12-caran-li-beyrude-dane/
- Published: 2024-11-12T19:59:31.000Z
- Updated: 2024-11-12T19:59:31.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Cîhan, Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li başûrê Beyrûdê, balafirên şerî yên Îsraîlê 12 êrîş pêk anîne. Li gorî çavkanîyan, di êrîşên 12ê Çirîya paşiyê ya sala 2024ê de li Libnanê 22 û li Îsraîlê 2 kes mirine.

## Êrîşên li ser Beyrûdê

Balafirên Îsraîlê di danê sibehê de avahîyên taxa Dahiyeyê armanc kirine. Di êrîşan de avahîyeka 10 qatî hilweşîyaye û ji taxa ku di bin kontrola Hizbulahê de ye, dûman bilind bûye. Piranîya xelkê berê xwe ji vê derê vegerandine.

## Bersiva Hizbulahê

Hizbulahê bi droneyê li bajarê Nahariyayê êrîş pêk anîye û di encamê de 2 kes mirine. Li taxa Hayfayê jî droneyek ketiye baxçeyê zarokxaneyeka biçûk. Zarok di stargehê de bûne û tu kes birîndar nebûye.

## Zirarên li gundan

Êrîşên Îsraîlê li herêmên cida yên Libnanê zirar dane. Li gundê Baalchmayê 8, li gundê Jounê 6, li gundê Tefahtayê 5, li Nabatiyeyê 2 û li Hermelê yek kes miriye. Ev êrîş di nav saleka şerî de yên herî giran in.

## Daxuyanîya Îsraîlê

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Israel Katz gotiye ku eger Hizbulah çekên xwe hilnede û ji başûrê çemê Lîtanî venegere, dê şer berdewam bike. Hikûmeta Libnanê jî bangî çareserîya li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya sala 2006ê dike.

## Bandora şerî

Di saleka şerî de li Libnanê 3 hezar û 287 kes mirine. Li Îsraîlê jî hejmara mirîyan gihîştiye 100 kesan. Ji ber êrîşan li Libnanê zêdetirî milyonek kes koçber bûne û li bakurê Îsraîlê jî bi hezaran kes ji malên xwe dûr ketine.

Çavkanî:

- Botan Times
- Reuters
- Al Jazeera