> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Balyozê Almanyayê Jürgen Schulz: Di G20yê da bersiveka xûrt ji bo îqlîmê elzem e
- URL: https://www.botantimes.com/balyoze-almanyaye-jurgen-schulz-di-g20ye-da-bersiveka-xurt-ji-bo-iqlime-elzem-e/
- Published: 2023-09-09T08:10:06.000Z
- Updated: 2023-09-09T08:10:06.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Yek ji civînên siyasî yên herî giring ên vê salê, civîna bilind ya G20yê, dê li Hîndistanê 9 û 10ê îlonê were li darxistin.

Recep Tayip Erdoğan, Federal Sansolye Olaf Scholz, Serokê Amerîkayê Joe Biden û gelek serokên din dê beşdarî vê civînê bibin.

Armanca vê civînê ew e ku serok dê di gelek mîjarên giring ên cîhanî da danûstandina fikrî bikin.

Yek ji mijarên herî giring jî îqlîm e ku li seranserê cîhanê xwedan tesîreka mezin e.

Li gor nivîsa [ekonimim.](https://www.ekonomim.com/kose-yazisi/almanya-buyukelcisi-jurgen-schulz-g20de-iklim-icin-de-guclu-bir-yanit-gereklidir/707214?ref=botantimes.com)ê ku Balyozê Almanyayê Jürgen Schulz ji bo EKONOMIyê nivîsîye wisa hatiye destnîşankirin:

> Taybetî ji ber ku em jî beşek ji G20yê ne, berpirsîyarîyeka me ya taybet heye. Pareka mezin ya qirêjîya hawirdor û îqlîmê aîdê welatên ku endamê G20yê ne. Ew mesulê teqrîben 80% yê gaza serayê ya cîhanê ne. Herwiha xwedîyê ekonomîyeka mezin in û ji ber vê yekê ew dikarin guherînên mezin pêk bînin. Di civîna bilind da divê em peyamekê zelal û safî bidin.  
>  
> Jürgen Schulz