> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Baroya Amedê Hefteya Rûmetê pîroz kir
- URL: https://www.botantimes.com/baroya-amede-hefteya-rumete-piroz-kir/
- Published: 2023-06-23T13:25:28.000Z
- Updated: 2026-05-17T23:32:53.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, +, Amed, AYI, diyarbakirbarosu, LGBTI, ONUR, ONUR HAFTASI, ONURAYI, onurhftasi, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Komîsyona Mafên LGBTÎ+an ya Baroya Amedê Hefteya Rûmetê pîroz kir.

Komîsyonê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî derbarê qîmetbilindîya jîyana LGBTÎ+an daxuyanîyek belav kir ku tê da dibêjin "Jîyana LGBTÎ+an bi qedr û qîmet e."

> Heqparêziya LGBTÎ+yan ji heqparêziya kes û komikên din ên qirofek ne xweser e. Heqparêziya kes û komikên qirofek ên mîna jinan, zarokan, girtiyan û wan kesên ku ji ber fikir û ramana xwe dûçarî cudaperestiyê tên. Bi hişmendiya "avakirina jiyaneke xweser û pirrengî bi qebûlkirina LGBTÎ+yan pêkan e" em didin zanîn ku emê heqê LGBTÎ+yan her biparêzin.  
> Herwiha em tînin bîra dewletê ku ji bo pêkanîna rêgeza wekheviyê rê li ber cudaxwazî û cudaperestiyê zayendî û meyla zayendî bigire.  
> Em bi van bîr û baweriyan Hefteya Rûmetê pîroz dikin

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/06/a2d4fe5d-f422-486c-962c-94f388fb64c7.jpg)

Hezîrana sala 1969an, li bajarokê Stonewallê yê Amerîkayê LGBTÎ+an serî hildabûn û dijî tundûtûjîya polîsan li ber xwe dabûn. Meha hezîranê bi mebesta piştevan û xuyabûna LGBTÎ+an wekî Meha Rûmetê tê binavkirin û di vê mehê da li seransêrê cîhanê gelek çalakî tên kirin.

Endamê Komîsyona Mafên LGBTÎ+an ya Baroya Amedê parêzer Okan Altekîn berê heyamekê derbarê Meha Rûmetê da ji bo Botan Timesê axivîbû û wî behsa gef û guvaşên li ser LGBTÎ+an kiribû.

> Nefret ne tenê rêya avakirina nasnameya civat û kesan e, herwiha bi rêya êşê jîyana yên din jî tarûmar dike û dixwaze wan binpê bike.  
>  
> Parêzer Okan Altekîn

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/lgbti-mesa-rumete-u-gotinen-siyasiyan-1.html