> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Bêdengîya Şevê" ya Zîzê di weşanê de ye
- URL: https://www.botantimes.com/bedengiya-seve-ya-zize-di-wesane-de-ye/
- Published: 2026-01-29T13:38:02.000Z
- Updated: 2026-05-17T19:18:43.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, Hilbijartîyên Edîtoran, Nûçe, #Migrated-1779045399267, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:16

Hunermend Zîzê, bi strana xwe ya yekem "Bêdengîya Şevê" muzîka Neo-Soul, R&B û Popê tevlihev kiriye. Hunermendê di vê berhemê de rewşeka melankolîk û nostaljîk derxistiye pêş. Ev stran ku gotinên wê ji alîyê Zîz û Xem ve hatine nivîsandin.

### Hunermendeka piralî di qada hunerê de

Zîz li Stenbolê dijî û mezûna konservatuarê ye. Ew wekî reqsvan û muzîkjeneka profesyonel tê naskirin. Hunermendê heta niha di gelek festîvalan de reqsên cîhanê yên wekî Salsa, Bachata û Tangoyê pêşkeş kirine. Zîz a ku pîyano û defê lê dixe, dixwaze bibe dengekî nûjen di nav muzîka Kurdî de.

### Têkoşîna jinan û mîrateya çandî di navendê de ye

Zîzê di muzîka xwe de giranîyê dide têkoşîna jinan û mijarên ku civakê wekî tabû dîtine. Hunermendê dîyar kiriye ku ew dixwaze mîrateya çandî ya Kurdan pîroz bike û di heman demê de li ser mijarên hatine paşguhkirin raweste. Niho Zîz û Xem li ser albûmeka hevpar dixebitin û stranên nû yên solo jî amade dikin.

### Klîba stranê li ser hemû platforman hat weşandin

Stran û klîba "Bêdengîya Şevê" di 23yê Kanûna paşîyê roja înê de li ser YouTube û hemû platformên dî yên muzîkê hat weşandin. Derhênerîya klîbê Abdullah Abukan kiriye û aranjeya stranê jî ji alîyê Emrah Menteş ve hatiye çêkirin. Hunermend bi vê xebatê armanc dike ku di muzîka Kurdî de bibe dengekî navneteweyî.

---

**Çavkanî:**

- Botan Times