> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Bekîr Bozdag: Piştî erdhêjê 325 kes hatine girtin
- URL: https://www.botantimes.com/bekir-bozdag-pisti-erdheje-325-kes-hatine-girtin/
- Published: 2023-03-29T08:28:33.000Z
- Updated: 2023-03-29T08:28:33.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, deprem, DIYARBEKIR, erdhêj, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Di 6ê Sibatê da bi hezaran avahî hilweşîyan. Piştî erdhêjê bi sedan lêpirsin di derbarê wan kesên gumanbar da hatin vekirin.

Wezîrê Edaletê Bekir Bozdagî ragihand ku hejmara wan kesên gumanbar yên hatine girtin bûye 325an.

> jibermayîyên avahîyan tu delîl tune ye. Piştî ku delîl hatin berhev kirin me dest pê lêpirsinan kirin.  
>  
> Heya niha di derbarê hezar û 552 kesan da proseya edlî hatiye destpêkirin. Di nav wan kesên gumanbar da 325 kes hatine girtin û 566 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.  
>  
> Di derbarê 98 kesan da jî biryara desteserkirinê heye û pêvajoya qanûnî berdewam dike.  
>  
> Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag

Bekîr Bozdagî diyar kir ku 4 kes reviyane derveyî welat û Wezareta Edaletê daxwaza radestkirina wan kesan kiriye.

Wî got ku ji ber erdhêjê 74 kesên gumanbar jî mirine.