> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Belgefîlma 'Wergerandina Ulysses'ê dê li Tirkîyeyê bê nîşandan
- URL: https://www.botantimes.com/belgefilma-wergerandina-ulyssese-de-li-tirkiyeye-be-nisandan/
- Published: 2023-06-08T09:13:15.000Z
- Updated: 2023-06-08T09:13:15.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Belgefîlma 'Wergerandina Ulysses'ê a ku li ser serpêhatiyên wergêr Kawa Nemirî hatiye çêkirin li Tirkîyeyê tê nîşandan.

Fîlm 11ê Hezîranê dê cara yekem di çarçoveya DOKUMENTER 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê bê nîşandan.

Derhenerîya fîlmê jî Aylin Kuryelê û Firat Yucelî kirine.

Festîvala DOKUMENTER 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê dê heta 15ê Hezîranê berdewam bike.

## Kawa Nemir kî ye ?

Şa’ir, wergêrr û nivîskar. Di 29ê Gulana sala 1974an da li Îdirê ji dayîk bûye.

Li Zankoya Hacettepeyê ya Enqereyê û li Zankoya Stembolê demekê Ziman û Edebiyata Ingilîzî xwend. Piştî wê, di para Ziman û Edebiyata Yewnaniya Kevn a heman zankoyê da du salan xwend.

Edîtoriya kovara mehane ya bi navê Jiyana Rewşen a keltorî, hunerî û edebî kir, di pey re jî, edîtoriya kovara Rewşen-Nameyê. Di sala 2003yan da weşanxaneyeke bi navê Bajar damezirand.

Wî heta roja îro berhemên gelek şa’ir, çîroknûs, romannûs û şanonûsên bijarte yên ji edebiyata û şanoya ingilîzî, emerîkî, ayrlendî û tirkî kirine malê zimanê kurdî.