> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Bernameya perwerdeya lêkolîneran a Navenda Xebatên Kurdî dê dest pê bike
- URL: https://www.botantimes.com/bernameya-perwerdeya-lekolineran-a-navenda-xebaten-kurdi-de-dest-pe-bike/
- Published: 2024-10-14T13:59:40.000Z
- Updated: 2024-10-14T13:59:40.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Navenda Xebatên Kurdî | Kurdish Studies Center (KSC) cara duyem bernameyeka perwerdeyê ji bo namzetên lêkolînerîyê yên di nav akademî û derveyî akademîyê de yên ku dixwazin di vî warî de bixebitin, pêk tîne.

Hûrgilîyên bernameyê li jêr hene:

## Demjimêr û cih

Bernameya perwerdeyê dê di navbera **28ê Çirîya paşîn - 3yê Kanûna pêşîn a 2024**ê de li Amedê pêk bê.

## Kî dikare beşdar bibe?

- Xwendekarên master û doktorayê yên di warê "Xebatên Kurdî" de
- Kesên ku ji van bernameyan mezûn bûne
- Kesên ku li derveyî akademîyê Xebatên Kurdî dikin

## Taybetmendîyên bernameyê

- Perwerde dê li ofîsa me (KSC) ya Amedê û rû bi rû pêk were
- Bernameya perwerdeyê dê roja **Duşemê 28ê Çirîya paşîn** dest pê bike û roja **Yekşemê 3yê Kanûna pêşîn** bi dawî bibe
- Beşdar divê hefteyekê li Amedê bin û beşdarî hemû dersan bibin

## Şert û mercên beşdarbûnê

- Divê beşdarî hemî dersan bibî
- Daxwazên kesên ku li Amedê dijîn dê pêşî bên nirxandin
- Beşdarên ji derveyî Amedê divê mesrefên rê û cihê mayînê bi xwe bidin

## Piştgirî û derfetên pêşerojê

- KSC soz dide ku dê ji bo lêkolînên ku beşdar plan dikin piştgirîya şêwirmendîyê bide
- Beşdarên serkeftî dê bên nirxandin ku di lêkolînên KSCyê de cih bigirin

## Dema daxwazê

**Dema dawîn a serîlêdanê 18ê Çirîya paşîn a 2024**ê ye.

Ji bo agahîyên zêdetir, hûn dikarin bi Berfin Coşkun re bi rêya navnîşana e-mailê berfin@kurdish-studies.org peywendîyê danin.

[Forma serlêdanê](https://kurdish-studies.org/yayinlar/egitim/?ref=botantimes.com)

---

Çavkanî: **Navenda Xebatên Kurdî | Kurdish Studies Center**

Nîşe: Dibe ku di hin dersên taybet de û di awayê tetbîqkirinê de guherînên mecbûrî çêbibin.