> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Bernameya yadkirina Zîlan Tîgrîs û Mihemedê Neniyasî hatiye betalkirin
- URL: https://www.botantimes.com/bernameya-yadkirina-zilan-tigris-u-mihemede-neniyasi-hatiye-betalkirin/
- Published: 2023-03-24T08:21:24.000Z
- Updated: 2023-03-24T08:21:24.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Wêjegeh Amedê bi daxuyanîyeka kurd ragihandiye ku bernameya ji bo yadkirina du hunermendan hatiye betalkirin.

Di erdhêja 6ê Sibatê de mala herdu hunermendan jî hatibû xwarê û hunermend Zîlan Tîgrîs û Mihemedê Neniyasî miribûn.

Wêjegeh Amedê di peyama xwe de diyar kir:

> Em, bi xemgînî û ji ber sedemên ne bi destê me, çalakîya xwe ya ji bo yadkirina Zîlan Tîgrîs û Mihemedê Nenîyasî ku me yê 25’ê Adarê roja şemîyê li dar bixista, betal dikin.  
> Bila nûr li wan bibare.  
>  
> Wêjegeh Amed