> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Berpirsê mirina Mîhraç beraet kir
- URL: https://www.botantimes.com/berpirse-mirina-mihrac-beraet-kir/
- Published: 2024-01-17T10:26:05.000Z
- Updated: 2024-01-17T10:26:05.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Erebeya zirîpoş ya leşkerî 3yê Îlona 2021yan li navçeya Hezexê ya Şirnexê pê li Mîhraç kiribû.

Metîn Karazê wekî berpirsê mirina wî dihat dîtin bereat kir.

Malbata Mîhraç ligel şahidekî bûyerê çûbû Fermandarîya Cendirmeyan a Hezexê û giliyê wî polîsî kiribû ku ew piştî îfadeya xwe dide tê berdan.

Li gorî nûçeya [Rûdaw](https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/170120246?ref=botantimes.com)ê, rûniştina doza Metîn Karaz a bi sedema “kuştina biqesd” doh li Dadgeha Cezayan a Hezexê hat kirin û dozgerî amaje bi rapora tiba dadî da û detnîşan kir ku “lêza wesayîtê ne zêde bûye”, “Mîraç Mîroglu biqisûr e” û “Metîn Kîraz bêqisûr e.”

Polîsê ku bûye sedema mirina Mîhraç, li gorî vê raporê beraeta xwe xwest. Dadgehê jî ev daxwaza wî qebûl kir û biryara beraetê da.