Hejmara welatên ku rojnamevanan sirgûn dikin du qat zêde bûye - RSF
Rojnamegerên Bêsînor (RSF) li seranserê cîhanê daxuyanîyeka nû belav kiriye. Li gorî daxuyanîya rêxistinê, sirgûnkirina rojnamevanan li cîhanê zêde bûye.
Çirîya pêşiyê li Helebceyê bi bendewarîyeka mezin dest pê dike, dema çinîna hinaran nêzîk dibe. Germiya havînê ya li ser herêmê axirî kêm bûye, asman bi ewran hatiye pêçan û baranên pêşiyê yên vê werzê gefa lehiyê li deştê dixwin.
Di gundên derdorê de, hinarên giranbiha ji darên xwe ber bi jêr ve dahelikîne ku bên çinandin û li barhirgiran bên barkirin û ber bi bazarî ve diçin, yan jî ji bo çêkirina tirşîya hinaran a tamxweş bên bikaranîn.
Li seranserê rêyê û li ber deriyên dikanan, girikên bilind ên hinaran li ser hev hatine danîn, qalikê hinekan hatine jê kirin da ku sîsikên/dendikên wan ên mîna xwînê bi rengê sor dibiriqin, bala rêvîyan bikişînin ser xwe û nîşan bidin ka çima fêkiyê her firoşkarî ji yê dî çêtir e.

Di van rojan de, ev bajarê bêdeng ku nifûsa wî hinekî ji 160,000 kesan kêmtir e, bi temamî mijûlî amadekariyan e ji bo pêşwazîkirina bi sed hezaran mêvanên ji navxwe û derveyî Kurdistanê.
Geştiyar sînorê Îranê derbas dikin ji bo tamkirina fêkiyê herî navdar ê Helebceyê. Xelk di Mîhracana hinaran a Salane de, ji cihên dûr ên wekî Besreyê bi otomobîlan dikevin rê.
Her çend deştên derdora bajêr tejî girên arkeolojîk in ku dîroka wan ji bo serdema Neolîtîkê vedegere. Cotkar di dema karkirina li ser zeviyên xwe de gelek caran perçeyên diravên Sasanîyan yên hezarsalan kevn dibînin. Bajarê Helebceyê di dawîya sedsala 19ê de hatiye avakirin.
Tevî vê yekê, bajarî ji ber helbestvan û kesayetên xwe yên navdar ji zû ve deng vedaye. Di nav wan de Xatûn Adîle Caf bi fermandariya xwe guherînên mezin anîn vî bajêrî. Piştî mirina hevserê xwe Osman Paşayê Caf di sala 1909ê de, Xatûn Adîle deshilata Helebceyê girt destê xwe û heta dawîya temenê xwe yanî heta sala 1924ê hikum kir. Wê dadgehek ava kir, bazareka nû ava kir, çendîn avahiyên bilind ava kirin û tevî parastina taybetmendiyên wê yên resen, bajar ji gundekî piçûk veguherand navendeka pêşketî û geşbûyî.

Baxên bajarî, siwariya keran a di nav çiyayan re û kolanên badayî ku peyrewên dînên cida bi hev re tê de dijiyan, ew bîranîn in ku pîrên vî bajarî, pê Helebceyê tînin bîra xwe.
Di heyama dagirkeriya Brîtanyayê de, geştiyar û nûnerên wekî Cecil John Edmonds û Gertrude Bell serdana bajêr kirine û baxçe, kesayetên zindî yên bajêr bala wan kişandiye. Bêguman helbestvanên navçeyê girîngî dane taybetmendiya van baxan û ev yek bûye îlhameka sereke ya helbestî li vê derê. Rêya baxan jî mîna metaforekê bûye ji bo vegerandina ser jiyanyeka sadetir û paktir.
--
Helbestvanê Helebceyî Ebdullah Goran di wesfa rindîya jineka Hewramî de dibêje: "Cîlwegahê husna wê: Rêya bax û kaniyê!" Di helbesteka xwe ya dî de ya bi navê "Rêbaza di Nav Baxî De", xwendevan di nav vê xwezaya spehî yê çiyayên Hewramanê re dibe, li ser Helebceyê dinêrin û dibêje:
Berî ku tu bigihîjî gundê miraza xwe
Rêya mîna maran di nav baxçeyan de dixuşe
Bayê hênik di bin sîya gûz û tûyan de
Agata enîya rêvîyê westayî zuha dike. …
Bi salan, van rêyên nav baxan ji bo rûniştvanên Helebceyê tenê bîranîn bûn. Ji sala 1988an û vir ve, hem li Kurdistanê û hem jî li derve, Helebce wekî Bajarê Şehîdan tê naskirin ku ev mîrateyeka bi êş e ji kîmyabarana bajêr a ji aliyê Saddam Huseynî ve tê.

Di qonaxên dawîyê yên Şerê Îran û Iraqê de, hêzên Pêşmergeyan, Helebce ji bin destelata Iraqê rizgar kiribû. Di beramber de û wekî tolhildan, firokeyên Iraqê çekên kîmyewî berdan ser vê şaristanîyê, ku ji ber wê nêzîkî 5,000 kesan mirin û nêzîkî 10,000 kesên dî jî birîndar bûn.
Bi salan, kesên saxmayî bûn penaberên Îranê û bajarê wan ê bedew bi tenê di bîranînan de ma. Piştî vê êrîşê, artêşa Iraqê vegerîya Helebceyê da ku bermayiyên bajêr xirap bikin daku pişrast bin ku vegerandina xelkî hêsan nebe. Piştî sazkirina devera qedexeya firînê di sala 1991an de û avakirina bingeha otonomiya Kurdistanê di sala 1992an de, dema ku xelkê bajêr ji mişextiyê dest bi vegerandinê kir, ji ber wêrankirina giştî ya ji aliyê artêşa Iraqê ve, pêvajoyeka bi êş bû. Ew vegeriyana li ser malên xwe yên hilweşandî, perçeyên guleyên şerî, cebilxaneyên neteqiyayî û baxên ku ji ber bêxwedîtiya demeka dirêj êdî darên wan fêkî nedidan bû.
Nivîs: Marina Wondrich
Wêne: Harem Sewaisi
Navenda Kurdistanê ya Çand û Hunerê (KCAC) saziyeka li Hewlêrê ye. Armanca wê ew e ku civateka navneteweyî çêbike da mîrat, çand û hunera Kurdan biparêze, pîroz bike û bide nasîn.
Botan Timesê beşeka vê naverokê bi destûra saziyê ji Soranî û Ingilîzî kiriye Kurmancî. Dewama nivîsê û gelek naverokên dî li malpera wan in.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...