> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Biden: Wisa dixuye ku teqîn alîyê din kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/biden-wisa-dixuye-ku-teqin-aliye-din-kiriye/
- Published: 2023-10-18T10:30:38.000Z
- Updated: 2023-10-18T10:30:38.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, joe biden, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Serokê ABDyê Joe Biden piştî êrişa li ser nexweşxaneya El Ehli Baptistê ya li Xezeyê çû Îsraîlê. Biden: Wisa dixuye ku ew teqîna li nexweşxaneyê pêk hatîye ji alîyê din ve hatiye kirin.

Serokê ABDyê Joe Biden çûye Îsraîlê. Pêşwazîya Bidenî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog kiriye. Berî hevdîtinê her du alîyan daxuyanî daye çapemenîyê.

Li gorî nuçeya [Gazeteduvar](https://www.gazeteduvar.com.tr/biden-hastanedeki-patlamayi-diger-taraf-yapmis-gorunuyor-haber-1642881?ref=botantimes.com)ê Biden li ser wê yekê ye ku berpirsê êrişê ne Îsraîl e ku Biden gotiye: Wisa dixuye ku ew teqîna li nexweşxaneyê pêk hatîye ji alîyê din ve hatiye kirin.

Biden gotiye: ABD li kêleka Îsraîlê ye.

Binyamin Netanyahu gotiye: Em spasdar in ku hûn îro hatine vê derê û we di van demên nexweş da piştevanîyeka aşkera bo me kir. Ev piştevanî rengvedana îradeya piranîya xelkê Emerîkayê ye.