> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Bilêdekê bikire bila Diljen Ronî bide xwendekaran"
- URL: https://www.botantimes.com/biledeke-bikire-bila-diljen-roni-bide-xwendekaran/
- Published: 2023-07-28T18:02:01.000Z
- Updated: 2023-07-28T18:02:01.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Diljen Ronî dê 5ê tebaxê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê di konserekê de stranên xwe bêje. Konsera Diljenî dê seet 21:00ê li "The Wall Saloon & Performance" be.

Bilêdên konserê malpera [Biletixê ](https://www.biletix.com/performance/2RE26/001/TURKIYE/tr?ref=botantimes.com)têne firotin.

Diljen Ronîyî ji Botan Timesê re diyar kir ku cara pêşiyê ye li Kadikoyê konsereka wî çêdibe.

Diljenî got heger ew kesên halxweş bilêdên konserê bikirin û lînka bilêdê ji wî re bişînin. Ew ê wan bilêdan li xwendekaran belav bike.