> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Biryara doza RedHackê taloqî 31ê Kanûna Pêşîn bû
- URL: https://www.botantimes.com/biryara-doza-redhacke-taloqi-31e-kanuna-pesin-bu/
- Published: 2021-12-10T07:40:19.000Z
- Updated: 2021-12-10T07:40:19.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Rojnamegerên ku hackirina e-maîlên Berat Albayrakî kirine nûçe têndarizandin, dê di 31ê Kanûnê de li dijî nêrîna dozger dê parastinê bikin. Dema ku Berat Albayrak Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Sirûştî bû e-maîlên wî hatibûn hackirin û hin rojnamegeran jî bi nûçeyan ev e-maîl eşkere kiribûn, biryara dozê taloqî 31ê Kanûna Pêşîn bûye.

  
Du rojan berî rûniştinê, dozgerî mûtalaaya xwe pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a 29an a Stenbolê kiribû û xwestibû ku xebatkarê BîrGûnê Mahir Kanaat, edîtorê berê yê Dikenê Tunca Öğreten, midûrê nûçeyan ê DÎHAya hatî girtin Omer Çelîk, rojnameger Metin Yoksu, edîtorê rojnameya Yolculukê Eray Saygın û berpirs û midûrê ETHAyê Derya Okatan bi sûncê ''bi awayekî neqanûnî dane yan jî wergirtina daneyan'' werine darazandin û cezakirin. Herweha xwest ku Okatan, Eray, Yoksu û Çelik jî ji ber 'propagandaya rêxistinê ya zincîrkirî' bên cezakirin.

- Di 13emîn rûniştina 9ê Kanûna Pêşîn hat dîtin de tenê Tunca Öğreten û parêzerên rojnamegerên tên darizandin amade bûn.  
Di rûniştinê de hat dîtin ku lijneya dadgehê hatiye guhertin, dozger nêrîn û mûtalaaya xwe dubare kir. Parêzerên rojnamegeran ji bo miwekîlên wan xweparastina xwe bikin dem xwestin.  
Dadgehê ev daxwaz qebûl kir û rûniştin taloqî 31ê Kanûna Pêşîn kir. Dadgehê hukma kontrola edlî yên rojnamegeran betal nekir.

*Çavkanî:Bianet\**