> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Bo Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê Qeyûm tayîn kirine!
- URL: https://www.botantimes.com/bo-merdin-batman-u-xelfetiye-qeyum-tayin-kirine/
- Published: 2024-11-04T05:44:32.000Z
- Updated: 2026-05-17T19:53:26.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Azadîya Xwe-îfadekirinê, Nûçe, Polîtîka, Rojev, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, qeyûm, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Wezareta Karên Navxwe ragihandîye ku qeyûm bo şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê tayîn kirine.

Wezareta Karên Navxwe bi daxuyanîyeka nivîskî da zanîn ku wan qeyûm danîye ser şaredarîyên Mêrdîn, Batman û navçeya Xelfetîyê ya Rihayê.

Li gorî daxuyanîyê, li Mêrdînê Tuncay Akkoyun şûna Ahmet Turk hatîye tayînkirin.

Hevseroka Şaredariya Batmanê Gulistan Sonuk ji kar hatîye dûrxistin û walîyê Batmanê Ekrem Canalp bûye qeyûm.

Her wiha Hevserokê Şaredarîya Xelfetîyê Mehmet Karayilan ji kar hatîye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetîyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.

Li gorî daxuyanîya Wezareta Karên Navxwe Ahmet Turk, Gulistan Sonuk û Mehmet Karayilan bi endamtîya PKKyê hatine tohmetbar kirin.

Paralementera DEM Partîyê ya Mêrdînê Saliha Aydenizê ragihand ku qeyûm tayînî Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatîye kirin.

Herwiha Şaredarê Mêrdînê, Ahmet Turk jî peyamek belav kirîye li ser Xê.

**Saliha Aydeniz**

Bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm tayîn kirine ku ev şaredarî piştî ewqas gêndelî û 8 salên bêhiquq bi îradeya gel hatibû bidestxistin. Bêhiqûqî ye û li dijî demokrasî û etîkê ye, ew kesên ji terefê xelkê ve hatine hilbijartin, şûna wan tayînan bikin. Vê îqtidarê bi salan e rastîya îradeya gel qebûl nekirîye û vê yekê bi polîtîkayên qeyûman ên faşîst şiklê xwe girtîye. Em qeyûmê we qebûl nakin! Em nahêlin hûn şaredarîya me xesp/talan bikin. Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya xelkê ye û dê her wisa jî bimîne!

**Ahmet Turk:**

Em dê ti carê dev jê bernedin. Em dê di rêya micadelaya azadî, aştî û demokrasîyê da gavekê paş da neavêjin. Em xespkirina îradeya gel qebûl nakin. Bila ev baş bê zanîn!

**Gûlîstan Sonuk**

Hilbijartinên 31ê Adarê, me li temamîya Tirkîyeyê, bi rêjeya herî bilind a rehyan, bi keda jin, ciwan û gelê xwe, şaredarîya xwe bi dest xist aniha jî berî ku teblîgatek an jî agahdarkirinekê bikin bo me, spêdeyê şaredarî xesp kirine/dest danîne ser. Me ev rejîma talanker qebûl nekir û em qebûl nakin jî. Şaredarî yên xelkê ne.

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/qeyum-3.html