> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Brîtanyayê Fermana Êzidîyan wekî jenosîd qebûl kir
- URL: https://www.botantimes.com/britanyaye-ferman-ezidiyan-weki-jenosid-qebul-kir/
- Published: 2023-08-01T10:49:35.000Z
- Updated: 2023-08-01T10:49:35.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Êzdî, ferman, şengal, soykirim, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê derbarê komkujiya kurdên êzidî da daxuyaniyek belav kir.

Hikûmeta Brîtanyayê di daxuyaniya xwe da ragihand ku hikûmeta wî welatî îro bi awayekî fermî qebûl kiriye ku DAIŞê sala 2014an dijî kurdên êzidî komkujî pêk aniye.

Beriya niha Swîsre, Almanya, Luksembûrg, Belçîka, Hollanda û Ermenîstan jî di nav de komek welatan “Qirkirina Êzidiyan” qebûl kiribûn.

## Çi bûbû ?

DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kiribû. Di encama êrişê da bi hezaran kurdên êzidî yên sivîl hatibûn qetilkirin û koçber bûbûn.

Di êrişê da 6 hezar jin û zarokên êzdî ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û 400 hezar jî koçber bûbûn. Heta niha jî bi hezaran zarok û jinên êzidî wenda ne û çarenûsa wan ne diyar e.