> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Buldan: Em hiqûqa mêran qebûl nakin, emê dev ji Peymana Stenbolê bernedin
- URL: https://www.botantimes.com/buldan-em-hiquqa-meran-qebul-nakin-eme-dev-ji-peymana-stenbole-bernedin-2/
- Published: 2023-01-03T13:00:58.000Z
- Updated: 2023-01-03T13:00:58.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, HDP, istanbul, Sözleşmesi, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldanê di komcivîna partîya xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan.

Buldanê protestoyên li Îranê bi bîr xist û got “Slogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemû cîhanê deng veda, têkoşîna jinan sînor pûç kirin”

Ser Peymana Stenbolê jî, ku Tirkiyê jê vekişîyaye, Buldanê got, “Ev hiqûq ya mêran e, em hiqûqa mêran nas nakin. Ji ber wê ti wateya vê biryarê ji bo jinan tune ye.”

Wê diyar kir ku ewê ti caran dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Peymana Stenbolê, ku wek peymaneke dijî şideta li hember jinan tê zanîn, di 2011an de li Stenbolê hatibû îmzekirin.

Foto: @HDP\_GenelMerkez