> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Bûyerên dawîyê yên di pevçûna Îran û Îsraîlê de - The NY Times
- URL: https://www.botantimes.com/buyeren-dawiye-yen-di-pevcuna-iran-u-israile-de-the-ny-times/
- Published: 2024-10-04T11:06:00.000Z
- Updated: 2026-05-17T20:19:15.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Cîhan, Nûçe, Rojev, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Edîtorên xwentecribe yên The New York Timesê bûyerên herî nû yên di pevçûna Îran û Îsraîlê de berhev kirine. BT ji berhevkariya wan berhevkariyeka zelal û kurt kiriye.

## Hişyariya rêberê Îranê

Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di gotara xwe ya îniyê de hişyarî da Îsraîlê ku dibe êrîşên din jî pêk werin. Wî piştgiriya xwe ji bo Filistîniyan û Hizbullahê anî ziman.

## Êrîşên Îsraîlê

Îsraîlê êrîşên xwe li Lubnan û Kenara Rojavayê berdewam kir. Şevê borî, balafirên şerî ên Îsraîlê êrîşî derdora Beyrûtê kirin ku tê de rayedarên payebilind ên Hizbullahê hebûn. Îsraîlê îdia kir ku Haşim Safiyeddîn, merivê Hesen Nesrullah û cîgirê wî yê texmînkirî, armanc kiribû.

## Helwesta Îranê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê gihîşt Beyrûtê. Xameneyî di gotara xwe de pesnê Nesrullahî da û got ku Îran û Lubnan dijminê hevpar hene, mexseda wî Îsraîl bû. Wî êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser Îsraîlê wek "qanûnî û rewa" pênase kir.

## Bûyerên din

- Li Xezeyê, êrîşên Îsraîlê herî kêm 99 kes kuştin
- Bi êrîşeke hewayî ya Îsraîlê li Tulkarimê herî kêm 18 kes kuştin
- Îsraîlê ragihand ku sê rayedarên payebilind ên Hemasê berî sê mehan kuştine
- Artêşa Îsraîlê îdia kir ku jineke êzidî ya 21 salî ji Xezeyê rizgar kiriye

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/jina-ezidi-ya-daise-revandibu-li-xezeye-hatiye-rizgarkirin-2.html

## Bandora navneteweyî

Serokê Amerîkayê Joe Bidenî got ku ew li ser îhtîmala êrîşeke Îsraîlê li ser tesîsên petrolê yên Îranê gotûbêj dikin. Ev daxuyanî bû sedema zêdebûna bihayê petrolê.

\----

*Çavkanî: New York Times*  
*Nivîskar: Victoria Kim û Farnaz Fassihi*

Wêne: SS, Botan Times, Channel 4, Xeza, 2024