> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çapa didoyê ya kitaba"Cemîlpaşazadeyan" derketiye
- URL: https://www.botantimes.com/capa-didoye-ya-kitaba-cemilpasazadeyan-derketiye/
- Published: 2026-06-05T08:53:55.000Z
- Updated: 2026-06-05T12:11:51.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Edebiyat, malmisanij

Lêkolîner Malmîsanijî pirtûkeka li ser dîroka malbata Cemilpaşazadeyan nivîsîye. Weşanxaneyê çapa duyem a pirtûka bi navê "Diyarbekirli Cemilpaşazadeler ve Kürt Milliyetçiliği" çap kirîye. Ev xebata dîrokî û lêkolînî bi çapa nû gihîştîye ber destê xwendevanan.

Malbata navdar navê xwe ji Cemîl Paşayî girtîye. Cemîl Paşa paşayê dema Osmanî bû. Malbatê di wextê xwe de hêzeka mezin a aborî û polîtîk ava kirîye. Dewletê di wî demî de alîkarîya malbatê kirîye. Bi vî awayî bandora malbatê ya li ser herêmê zêde bûye.

## Zanyarên malbatê li Ewropayê xwendine

Di destpêka sedsala bîstan de çend law û nevîyên Cemîl Paşayî li Stenbolê û Ewropayê xwendine. Hişmendîya kurdewarîyê li Stenbolê di dilê van ciwanan de çêbûye. Ekrem Beg û Kadrî Beg pêşengîya van ciwanan kirîye. Ev ciwanên malbatê li bin bandora mîllîyetperwerên kurdan de mane. Paşê wan di rêxistinên kurdan de karên aktîf kirine.

## Dewletê malbat sirgûn kir

Endamên malbatê di navbera salên 1912 û 1925an de daxwaza mafên neteweyî yên kurdan kirîye. Malbat li dijî Komîteya Îttihat û Terakkîyê derketiye. Paşê wan li dijî Kemalîstan jî xebat meşandîye. Serhildana Kurdan a sala 1925an rewşa malbatê xirab kirîye. Dewletê cezayê giran daye malbatê.

Hikûmetê ne tenê sîyasetmedarên malbatê ceza kirine, hemî endamên dî yên malbatê jî girtinee û ew sirgûn kirine. Ev endamên dî qet tevlî karên sîyasî nebûbûne.

## Malmisanijî koka malbatê dîyar kiriye

Malmîsanijî di vê xebatê de secere û rayên malbatê derxistîye. Ev lêkolîn behsa dîroka malbata pirneteweyî dike. Nivîskarî rola malbatê ya di nav tevgera neteweyî ya kurdan de bi belgeyan nîşan daye. Di pirtûkê de jînenîgarî û gelek wêneyên taybet ên malbatê hene.

### Çavkanî:

Botan Times, Avesta