> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Cara ewil e komedyen Erdal Kaya derdikeve turneya Ewropayê
- URL: https://www.botantimes.com/cara-ewil-e-komedyen-erdal-kaya-derdikeve-turneya-ewropaye/
- Published: 2024-08-05T12:49:48.000Z
- Updated: 2026-05-17T20:47:14.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Cara ewil e komedyen Erdal Kaya derdikeve turneya Ewropayê.

Erdal Kaya, li sê welatan Almanya, Fransa û Awusturyayê, bi Stand-Upa xwe ya bi navê *Vik û Vala* dê li deh salonanan li pêşberî hezkirî û temaşevanên xwe be.

Kaya cara ewil 29ê Adara 2023yan bi lîstika xwe Vik û Vala derketibû pêşberî temaşevanên xwe.

Ew li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê derketîye ser sehneyê.

Erdal Kaya, 27ê Cotmeha 2023yan, [di hevpeyvîneka xwe da](https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/4-u-car-erdal-kaya-2.html) ya ligel Engin Ölmez, li ser pirsa *"*Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?**" mizgînî dabû temaşevanên xwe û wî gotibû min nîyet e, ez biçim Amerîka û Ewropayê û derkevim pêşberî hezkirîyên xwe.

> "Ez dikarim mizgînîyeka wiha bidim, em ê biçin dîyasporayê/ewropayê. Nîyeta me heye li ewropa û li Amerîkayê, kurd li ku bijîn em Stand-Upa xwe bibin wan deran û bigehijînin wan jî. Çimkî ji wan deran jî gelek peyam tên xwe digehijînin me dibêjin “werin ewropayê jî” ji ber vê yekê jî em berdewam in, em ê biçin ewropayê jî"

Ew mizgînîya xwe tîne cih û derdikeve tuneyê li Ewropayê. Ev tecrûbeya wî ya ewil e li Ewropayê.

Herçiqas wekî lîstikeka yekkesî xuya bike jî Kaya hevkarên xwe hene. Ew [di hevpeyvîna xwe da](https://www.botantimes.com/erdal-kaya-neziki-100-caran-ji-bo-stand-upa-kurdi-cum-ser-dike/) ya ligel Murat Bayram, destnîşan dike ku ekîba wî ji van kesan pêk tê:

“Em komeka ji çar kesên malbatê pêk tên: Ez, Rengîn (xanima Erdal), Rênas (birayê Erdal), Zeynep (jinbiraya Erdal). Mûzîka lîstikê Rengînê çêkiriye, ew bi teknîkê re eleqedar dibe. Zeynep asîstan e, Rênas jî reklam û danasînê re eleqedar dibe.”  

**Erdal Kaya dê li van bajaran lîstika xwe pêşkêş bike.**

Berlîn - 09.10.2024

Nurnberg - 10.10.2024

Duseldorf - 12.10.2024

Vîyana - 19.102024

Offenback - 24.10.2024

Parîs - 24.10.2024

Stuttgart - 26.10.2024

Ji bo peydakirina bilêtan bikitîne: [Vik û Vala](https://linktr.ee/erdalkaya?ref=botantimes.com)

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/08/c8745be9-fdfd-4029-b2db-b061e17f1c26.jpg)