> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêriya li medyaya Kurdî 06.03.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-li-medyaya-kurdi-06-03-2023/
- Published: 2023-03-06T06:49:58.000Z
- Updated: 2023-03-06T06:49:58.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amedspor, Kurd, Medya, Medyaya kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

## Berberên dilxwaz li Nûrdaxî û Islahiyeyê welatiyan traş dikin

> Piştî erdhejên li Mereşê çêbûn, xebatên rakirina kavilan didomin. Her wiha gel jî xwe bi xwe birînên xwe dicebirîne. 17 berberên dilxwaz ên ji Dîlokê hatin Nûrdaxî û Islahiyeyê, por û riyên welatiyan kur dikin. Berberan diyar kir ku dê xebatên wan ên li herêma erdhejê bidomin.   
>  
> [Ajansa Mezopotamyayê](http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/200746?ref=botantimes.com)

## 'Living' û yên din

> Vê hefteyê (roja înê) 7 fîlm ketine vîzyonê. Hemû fîlmê ketine vîzyonê ji derveyî Tirkiyeyê hatine. Û duşemê (10'ê mehê) fîlmekî dikeve vîzyonê, ew fîlmê tirk e. Du heb jî fîlmên anîmasyonî hene. Ji nav van em "Living"ê derdixin pêş.  
>  
> [Dîyarname](https://diyarname.com/news.php?Idx=56240&ref=botantimes.com)

## Êrîşên dîjîtal jî li Amedsporê têne kirin, kulûbê malpera xwe girtiye

> Amedsporê [malpera xwe](https://www.amedspor.com.tr/?ref=botantimes.com) girtiye. Têbînîya “ji ber ewlehîyê \[girtiye\] di demekê nêzîk de em ê vekin” hatiye nivîsîn.  
>  
> [Botan Tîmes](https://www.botantimes.com/amedspore-ji-ber-ewlehiye-malpera-xwe-girt/)

## Jin şînê dikin têkoşîn

> Aktîvîsta TJA’yê diyar kir ku pêşengiyê TJA’yê ya di li herêma erdhehê ji hêla erênî ve enerjiyeke pir mezin, bandoreke berbiçav li ser civakê kiriye û wiha got: “Xebata ku di pêşengiya wê de jin tunebe, xebat, ked û rengê jinan tune be ew xebat nagihîje armanca xwe.”  
>  
> [Xwebûn](https://xwebun1.org/jin-sine-dikin-tekosin/?ref=botantimes.com)

## Mamikên Gundikê Melî / Herêma Botan

> Mamik li hin herêman wek tiştonek têne zanîn. Min ev mamikên li jêr sala 2010ê ji bo malpera xwe Kurdîgehê berhev kiribûn. Gundikê Melî 10 kîlometreyan ji navenda Şirnexê dûr e.\*  
>  
> [Çandname](https://candname.com/mamiken-gundike-meli-herema-botan/?ref=botantimes.com)