> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêrîya li medyaya Kurdî 08.03.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-li-medyaya-kurdi-08-03-2023/
- Published: 2023-03-08T06:31:07.000Z
- Updated: 2023-03-08T06:31:07.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, deprem, DIYARBEKIR, Kurdî, Rojnameger, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

##   
Mela Bextiyar: Ger PDK û YNK li hev nekin wê rewşa Herêmê xirabtir bibe

> Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar da zanîn ku ji ber lihevnekirina PDK’ê û YNK’ê bandorek mezin li ser statûya Herêma Kurdistanê çêbûye û ji bo wê divê di zûtirîn demê de ew li hev bikin û hilbijartin were lidarxistin.  
>  
> [Diyarname](https://diyarname.com/news.php?Idx=56255&ref=botantimes.com)

## Ji Şaneşîn Performansê Şanoyeke Nû: “Penceşêr”

> **Li Stenbol, Amed, Elih û Wan şanoyên kurdî hene û li Mêrdînê jî 2022an da yek li wan zêde bû: Şaneşîn Performans.**  
>  
> Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtîya hin mamosteyên Kurdî û dilxwazên vê qadê ve, di 9ê meha Sibata 2022an de li Mêrdînê hat avakirin.  
>  
> [Çandname](https://candname.com/ji-sanesin-performanse-sanoyeke-nu-penceser/?ref=botantimes.com)

## Fexrîya Adsay: Heta ku em ji çarçoveyeke neteweperwer bêpar bin…

> ‘*Jiyana Min*‘ a Golda Meir bi wergera Fexrîya Adsayê re ketîbû nav kitebxaneya me Kurdan. Di pirtûka Golde Meîr de em şahidîya kedeke bêhempa dikin. Merîv dikare bêje ku Golda Meir çavên xwe li nav meseleya Sîyonîstan (netewperwerên Cihûyan) û tevgerên sîyasî vedike. Û ev tişt dibe sedemek bingehîn ku tevahîya jiyana xwe bi wan meseleyan re derbas bike. Ji zarokatîya xwe heya heftê salîya xwe, Meir jiyana xwe bi karên damezrandinê dewleta Cihû re derbas kiriye.  
>  
> [Botan Times](https://www.botantimes.com/fexriye-adsay-heta-ku-em-ji-carcoveyeke-neteweperwer-bepar-bin/)

## Baroya Amedê ji ber wêneyên “Yeşil” û “Torosa Spî” giliyê Çiçek Sepetiyê kiriye

> Baroyê giliyê platforma bazirganiyê ya online Çiçek Sepeti kiriye ku li ser malpera xwe weneyê tetikkêşê JITEMê Mahmût Yildirimê nasnav Yeşîl û “Torosa Spî” difirot.  
>  
> [bianetKurdî](https://bianet.org/kurdi/hiquq/275325-baroya-amede-ji-ber-weneyen-yesil-u-torosa-spi-giliye-cicek-sepetiye-kiriye?ref=botantimes.com)