> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêriya li medyaya Kurdî 09.03.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-li-medyaya-kurdi-09-03-2023/
- Published: 2023-03-09T06:42:42.000Z
- Updated: 2023-03-09T06:42:42.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Jin, Medyaya kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

## Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn

> Îsal wê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin û diyarî qurbaniyên erdhejê bê kirin. Newroz dê li 43 navendan bê pîrozkirin û agirê Newroza 2023’yan ê ewil li navçeya Şemzînanê bê hilkirin.   
>  
> [Ajansa Mezopotamyayê](http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/201085http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/201085?ref=botantimes.com)

## Li herêma erdhêjê jin: Dema serê xwe dişom cilên xwe yên binî dernaxim

> Erdhêja 6ê Sibatê bandor li her kesî kir.  
>  
> Lê wekî her bûyerên bi vî rengî, jin, zarok, extîyar û penaber ji vê felaketê betir para xwe girtin.  
>  
> Fatma Çadira ku li mala xwe ya Hatayê bi erdhêjê re rû bi rû ma, ji wan jinan tenê yek e.  
>  
> [Botan Times](https://www.botantimes.com/li-herema-erdheje-jin-dema-sere-xwe-disom-cilen-xwe-yen-bini-dernaxim/)

## Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê vebû

> 5'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê bi beşdariya Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî deriyên xwe vekirin. Di merasima destpêkirina pêşangehê de ligel Barzanî, Nûnera Taybet a Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert jî amade bû. Pêşangeha ku 8'ê mehê deriyên xwe vekirin heta 15'ê mehê dê vekirî be.  
>  
> [Dîyarname](https://diyarname.com/news.php?Idx=56264&ref=botantimes.com)

## Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de

> Ev kurtevekolîna li jêr bi berhevkirina çend nivîsên kurmancî û hejmartina herfên di wan de hatiye kirin. Hemû nivîs li gel hev ji 52 705 herfan pêk hatibûn. Hemû nîşanên xalbendiyê (nuqte, bêhnok, nîşana pirsê yan gazîkirinê…) jê hatin avêtin berî ku hejmara herfan bê hejmartin.  
>  
> [Çandname](https://candname.com/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de/?ref=botantimes.com)

## Şîrketa gendeliyan a Erdogan: Kizilay

> Şefê faşîst ê tirk Erdoğan çend roj berê gef li kesên ku Kizilay rexne kirin, xwar. Kesên ku Kizilay rexne dikirin, digot; Kizilay û AFAD’ê alîkarî nedane mexdûrên erdhejê. Erdogan, di daxuyaniya xwe de heqaret û çêr li wan kesan dikir û Kizilay diparast.   
>  
> [Xwebûn](https://xwebun1.org/sirketa-gendeliyan-a-erdogan-kizilay/?ref=botantimes.com)