> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêrîya li medyaya Kurdî -10.03.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-li-medyaya-kurdi-10-03-2023/
- Published: 2023-03-10T06:39:04.000Z
- Updated: 2026-05-18T00:27:38.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, deprem, DIYARBEKIR, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

## Reqsa peyvan a Herdem Merwanî

> Wexta min pirtûka Herdem Merwanî ya bi navê "Reqsa Perperîka" da destê xwe bixwînim, dilê min bi tirs bû. Min got gelo jineke bi salan di girtîgehan de mabe û her wiha emrê xwe bi hatin û çûyîna derê girtîgehan de derbas kiribe, çiqas kariye xwe ji sloganan xilas kiribe û ristên edebî hûnandibe.  
>  
> [*Diyarname*](https://diyarname.com/news.php?Idx=56270&ref=botantimes.com)

## Gelo em hewceyî zêdetir herfan in?

> Gelek kes gazinan ji alfabeya niha ya kurdî-latînî dikin ku hemû herfên pêdivî tê de nînin. Giliya hin kesan li ser du cûnên cuda yên Ç (çar / çav), K (kar / kirin), P (perde / pênc), T (teze / te) ye.  
>  
> Hin kes itirazê ji hindê dikin ku “L-ya qelew” ya wek di peyva “welat” de ji “L-ya zirav” ya wek di peyva “lazim” de bi nivîsînê nayê cudakirin. Hin gazî dikin daku em R-ya “ser” û ya “şer“ wek hev nenivîsin. Axîn û nalîna hin kesan jî li ser wê ye ku H-ya peyva “heft” jî wek ya peyva “heval” tê nivîsîn.  
>  
> [*Çandname*](https://candname.com/gelo-em-hewceyi-zedetir-herfan-in/?ref=botantimes.com)

## “Dema em dighêjin girtîgehê hema kincên xwe ji xwe dike”

> Roger Baz 3 salî ye û zarokê du rojnamegeran ne.  
>  
> Bi çûn û hatina hevdîtina bavê xwe hemû rêgezên girtîgehê bi vî awayî ezber kiriye.  
>  
> Bavê wî Mazlum Geçîkenî heta 8ê Hezîrana 2022yan li Amedê di produksiyoneke de kare kameramaniyê dikir.  
>  
> Bi operasyona 8ê Hezîranê bi tevî 15 hempîşeyên xwe ew jî hate girtin.  
>  
> *[Botan Times](https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/%5F%5Ftrashed-1.html)*

## Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbolê Bûrsaspor ceza kiriye

> Lijneya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) biryar daye ku di 9 maçan de alîgirên Bûrsasporê negirin stadyûman. Amedsporê biryar bi gotina “We ew xelat bikira, çêtir bû” nirxandiye.  
>  
> *[bianet Kurdî](https://bianet.org/kurdi/werzis/275451-lijneya-disipline-ya-futbole-bursaspor-ceza-kiriye?ref=botantimes.com)*