> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêrîya li medyaya Kurdî - 14.03.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-li-medyaya-kurdi-14-03-2023/
- Published: 2023-03-14T06:33:09.000Z
- Updated: 2023-03-14T06:33:09.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, CHP, deprem, DIYARBEKIR, erdhêj, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

## Dîroknasê Kurd Mele Mehmûdê Bazîdî

> Mele Mehmûdê Bazîdî (jdb. 1797 Bazîd – m. 1863 Erzîrom) nivîskarê kurd e ku damezrînerê paxşana kurdî ye. Bazîdî di sedsala 19an de Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bi şeklê pexşanî nivîsiye ku berhema wî yêkemîn çîroka nûjen tê hesibandin.Herwiha Mele Mehmûdê Bazîdî di nav nivîskarên kurdan de piraliya xwe ve balê dikişîne.  
>  
> [Çandname](https://candname.com/diroknase-kurd-mele-mehmude-bazidi/?ref=botantimes.com)

## Hevserokê HDPya Amedê Zeyyat Ceylan: 11 xalên me pîvanên hilbijartinê ne

> Hevserokê rêxistina bajarê Amadê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylanî diyar kir ku “Hevpeymana Miletparêz ya hilweşiyayî, bi zextên raya giştî re rû bi rû ma û ji ber wê carek din hatin cem hev.”  
>  
> [bianetKurdî](https://bianet.org/kurdi/siyaset/275650-hevseroke-hdpya-amede-zeyyat-ceylan-11-xalen-me-pivanen-hilbijartine-ne?ref=botantimes.com)

## Îran ji jinên xwenaskirî ditirse

> Zext û tundiya ku rejîma Îranê li ser jinan pêk tîne di her serdemê de rêbaz diguherîne. Bi taybet piştî serhildanên ku di meha îlonê bi kuştina Jîna Emînî dest pê kirin ev tundî zêdetir ketin rojevê. Herî zêde jî jin û ciwanên ku pêşengî ji serhildanê re kirin û felsefeya jin jiyan azadî bi cîhanê da bihîstin, bûn hedefa rejîma Îranê.  
>  
> [Xwebûn](https://xwebun1.org/iran-ji-jinen-xwenaskiri-ditirse/?ref=botantimes.com)

## Hevseroka KNK'ê Mûrad: Konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re

> Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku 17'emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî kurd deskeftiyeke mezin bû û wiha got: "Ev konferans, bersivek bû ku kesek nikare dengê kurdan û dengê heqîqetê qut bike. Bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê ku em li her derê ne û em dikarin hem bi siyaseta xwe û hem jî bi dîplomasiya xwe dikarin doza kurd bi ser bixin."   
>  
> [Ajansa mezopotamyayê](http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/201564?ref=botantimes.com)

## Hemşîreyeka Semsûrî: Çi bêjim kêm e çi bêjim nîvço ye!

> Di ser erdhêjên Mereşê re, ku bandor li 10 bajaran kir, mehek zêdetir dem derbas bû.   
>  
> Semsûr yek ji wan bajaran e ku di erdhejê de bi wêranîyê re rûbirû ma.  
>  
> Siltan Hemşîre ya ku bi eslê xwe ji Semsûrê ye ji bo bajarê xwe dibêje, “Em ne dikarin vegerinê ne jî dikarin lê bimînin”  
>  
> Ew bi salan e li Nexweşxaneya Kahtayê di beşa çavdêrîya krîtîk de kar dike.   
>  
> Wê piştî xebatên bi salan ji malbata xwe re xaniyek kirîye, lê ew xanîya ku bi keda salan girtiye di şeva erdhejê de bi serê wan de hatiye xwarê.  
>  
> [Botan Times](https://www.botantimes.com/hemsireyek-semsuri-ci-bejim-kem-e-ci-bejim-nivco-ye/)